'Divê hikumeta Şamê ji milîtarîzasyonê dûr bikeve û nenavendîbûnê qebûl bike'

Endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Merî Şiblî diyar kir ku hikumeta Şamê û muxalefet berpirsên şerê wekaletê yê li Sûriyê ne û yekane rêya çareseriyê di sîstema nenavendîbûnê de ye.

'Divê hikumeta Şamê ji milîtarîzasyonê dûr bikeve û nenavendîbûnê qebûl bike'
2 îlon, 2021   06:22
HELEB-MIHEMED EBDO  

Şiblî destnîşan kir ku şerê Sûriyê beriya deh salan li bajarê Derayê li dijî hişmendiya şovînîst dest pê kir û got: "Diviyabû şoreşekê dest pê kiriba ku tevahiya Sûriyê bida ber xwe. Destpêkê zarokên Dera li ser dîwarên dibistanan dinivîsandin û ev jî destpêka şoreşê bû."

Şiblî wiha domand: "Divê mirov kesên ji bo avakirina welatekî nû yê demokratîk û azad û dûrî nîjadperestiyê serî hildana, nas bike.”

ꞌHIKUMET Û MUXALEFTÊ WELAT VEGUHERANDIN QADA ŞERꞌ

Şiblî da zanîn ku girêdana bi hêzên derve re Sûriyê kir qadeke şerê bi wekaletan û ev lê zêde kir: "Ev şoreş ji rêya xwe derket, ji ber ku her du aliyan tenê baweriya xwe bi vebijêrika leşkerî anî û berjewendiyên xwe bi derve ve girêdan. Ji lew re gel rûbirûyî windahiyên mezin hiştin û îro em wî barî radikin."

ꞌWELAT JI HER KESÎ RE YEꞌ

Merî Şiblî piştrast kir ku baştirîn çareserî diyalog e û wiha dewam kir: "Ji ber ku di pêvajoya deh salan de çareseriya leşkerî tu encam bi xwe re neanîn û rageşiya li Derayê mînaka vê yekê ye. Hevrêyên zarokê bi navê Hemze Xetîb bûn ciwan û zilma li dijî wan bûye ji bîr nekirine."

'EZ LI SER RÊYA BAVÊ XWE NAMEŞIM'

Hikumeta Şamê hîn jî Derayê topbaran dike û têkildarî vê yekê Şiblî ev nirxandin kir: "Li şûna ku leşkeran li pêşiya welatiyên bajêr kom dike, bila hikumet ber bi herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine biçe da ku wan rizgar bike."

Endamê serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê siyasetên lihevkirinê ev axaftin kir: "Vê siyasetê isbat kir ku bi bin ket. Ji ber ku zihniyeta hikumetê hevkariyê yan jî dayîna hin mafan red dike û ev jî nîşaneya hişmendiya wan e yan ez ê te bikujim an jî tu yê di bin nava lihevkirinê de xwe teslîm bikî. Lê kesên ku êşa qetilkirina zarokên xwe kişandibe yan jî mala wan wêran bûbe dê radest nebin. Ji ber ku di vê rêyê de tişta herî giranbiha winda kirin û gotinek heye dibêje; ez ê di kincên bavê xwe de nejîm."

ꞌÇARESERÎ BI ÊRIŞKIRINÊ NABE'

Merî Şiblî bal kişand ser girîngiya pêkanîna rêgezên Rêveberiya Xweser û got: "Gelê Siwêda xwe bi rê ve birin û di modela xwe de serkeftin qezenc kirin. Her wiha gelê Derayê jî heman tiştî dixwazin, ev jî dikeve xizmeta her kesî, wê demê çima hikumet dixwaze xwe li ser her kesî ferz bike ku gel hikum bike?"

Şiblî têkildarî vê yekê îşaret bi serkeftinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nûnertiya xwe li deveran ava kir, kar û barên welatiyan bi rê ve dibe, li hemberî herêmên din asta debarê baş e û bingehên azadiyê û wekî din datîne.

ꞌEM PRATÎKÊ DIXWAZIN NE GOTINANꞌ

Şiblî têkildarî daxuyaniyên serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ên der barê hikmê navendî û nenavendî de got: "Em axaftina li ser kaxizan naxwazin, em pratîkî dixwazin. Hikumeta Şamê di diyalogên MSD’ê de dema ku çûn Şamê ne cidî bû."

Di dawiyê de endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Merî Şilbî da zanîn ku sûdwerê yekane yê ji valakirina herêman û guhartina demgrafiyê, dagirkeriya Tirk e ku xwefiroşan di şerê xwe yê li derve de bi kar tîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/h13BaytZQsU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>