​​​​​​​2 kesên din ji ber gendeliyê hatin destgîrkirin

Di çarçoveya operasyona li dijî gendeliyê de ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn daye destpêkirin, 2 kesên din hatin destgîrkirin.

​​​​​​​2 kesên din ji ber gendeliyê hatin destgîrkirin
1 îlon, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di mehên dawîn de, di çarçoveya lêpirsînên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gendeliyê de gelek kes hatibûn destgîrkirin û ji bo hin kesên ku têkiliya wan bi van sûcan heye, li dadgehê doz hatibûn vekirin.

Her wiha 2 kesên din jî bi îddîaya ku têkiliya wan bi bertîl û diziyê di saziyên QSD'ê de, hatin destgîrkirin. H.S. û A.O. ji ber sextekirina belgeyan, bertîl, gendeliyê û diziyê hatin destgîrkirin.

Hemleya li dijî gendeliyê berdewam dike.

ANHA