Artêşa dagirker du gundên kantona Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Zîwan û Til Enab ên herêma Şehbayê topbaran dike.

Artêşa dagirker du gundên kantona Şehbayê topbaran dike
1 îlon, 2021   07:45
ŞEHBA

Li gorî agahiyê ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Zîwan û Til Enab ên kanotna Şehbayê bi topên hawanê topbaran dike.

Li gorî agahiyan, heta kêliya amadekirina vê nûçeyê nêzî 20 topên hawanê li her du gundan ketine.

ANHA