Rojnameyên erebî: Dera bi dijwarî tê topbarankirin

Rojnameyên erebî yên îro behsa topbarana dijwar li ser Dera, rewşa Lubnanê û Tûnisê kir.

Rojnameyên erebî: Dera bi dijwarî tê topbarankirin
1 îlon, 2021   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DIJÎ DERAYÊ TOPBARANA DIJWAR

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-EwsAt wiha nivîsî: "Duh di navbera çekdarên xwecihî û hêzên rejîma Sûriyê de li Derayê ya başûrê Sûriyê şerekî dijwar rû da. li herêmên rojhilat, rojava û bakurê parêzgehê êriş li dijî nuqteyên hêzên rejîmê li gundewarên Derayê hate kirin. Rejîmê hin xwestek pêşkêş kir da ku operasyonên  leşkerî li Dera rawestîne, di nav de "Radestkirina çekan, avakirina 9 nuqteyên leşkerî di hundirê taxên Dera El-Beled de".

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku zêdetirî 50 moşekên erd – erd ber bi taxên Dera El-Beled ên dorpêçkirî ve hatin avêtin. Furqeya 4`an jî hewl dide derbasî Dera El-Beled bibe.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hêzên rejîma Sûriyê yên nêzî bajarê Tefes ê gundewarên rojavayê Derayê duh rastî êrişeke hatin û hin kesên din êrişî ketîbeya El-Mehcûra ya di navbera Xirbet Xezal û Dahilê kir. Her wiha çekdaran êrişî bendeke leşerî ya girêdayî îstixbarata hewayî li bajarê Dahil ê rojavayê Derayê kirin.”

NBÎ BERÎ: NAKOKIYÊN XWE BIDIN ALÎ Û WELAT RIZGAR BIKIN

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Serokê Meclisa Parlementeran a Lubnanê Nebîh Berî bang li siyasetmedarên li welat kir ku di nava hefteyekê de hikumetê ava bikin. Ev jî weke gavekê ji bo zextê li Serok Mîşêl Ewn bikin ku hin aliyên siyasî Ewn bi astengkirina avakirina hikumetê tawanbar dikin.

Berî bang li siyasetmedarên Lubnanê kir ku hemû nakokiyên bidin aliyekî da ku welat ji hilweşandina aborî, rizgar bikin.

Li gorî NY`yî, li Lubnanê ji sedî 78 kes di xizaniyê de dijîn.”

ŞERÊ LI DIJÎ GENDELIYÊ, ÎXWANÊN TÛNISÊ METIRSÎDAR DIKE

Têkildarî rewşa Tûnisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Tûnisê Qeys Seîd eşkerekirina sedemên ku hişt ew di di 25`ê Tîrmehan wan tedbîran bigire, dewam dike.

Seîd piştrast kir ku tedbîrên ne ji rêzê yên girtine, encama gelek daneyên ku li welat rûdane bû. Her wiha ji bo rizgarkirina dewletê ji hilweşînê ye.

Li gorî çavdêran, hebûna hevgirtinên ne eşkere di navbera Îxwanan, çepên radîkal û 'lûbiyayên' gendeliyê de hene, da ku tedbîrên sererastkirina ku Seîd girtine, asteng bikin.

Ji ber îsrara Seîd ya vekirina hemû dosyayên gendeliyê, Îxwanên Tûnisê di rewşeke tevlîhev û metirsîdar de ne.”

(bx)