Biryara UNICEF barê xebatkarên avê girantir dike

Piştî ku UNICEF`ê ji ber fişara hikumta Şamê para şêniyên kantona Şehbayê ji ava vexwarinê kêm kir, zexta kar li ser xebatkarên avê zêde bû, ku bi hemû hêza xwe hewl didin ava vexwarinê bigihînin şênî û koçbaran.

Biryara UNICEF barê xebatkarên avê girantir dike
1 îlon, 2021   06:26
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber dagirkirina bajarê wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve koçber bûn, UNICEF`ê depoyên ava vexwarinê li ser rêyên sereke û şaxî yên gund û navçeyên kantona Şehbayê danîn da ku pêdiviyên şêniyan ji ava vexwarinê peyda bike. Bi taybet ku li herêmê ava bîran nayê vexwarin. Pê re hejmara koçberan zêde bû û hêzên hikumeta Şamê herêm dorpêç kir. 

UNICEF`ê zêdetirî 2 hezar û 400 metrekab ava vexwarinê ji herêmê re peyda dikir. Lê ev rêje ji 11`ê Tîrmehê ve ji ber fişara hikumeta Şamê û vetoya Rûsyaya ya girtina deriyê sînor ê Til Koçerê kêm bûye û bûye hezar metrekab. Di encamê de şêniyên 38 gundan, 3 navçeyan û 80 hezar welatî ji ava vexwarinê mehrûm man.

Her wiha wek encameke xwezayî ya helwesta UNICEF`ê 340 karkerên avê, 140 çavdêr, 167 ajokar û 24 çavdêrên jêderên avê yên kantona Şehbayê saetên xebatên xwe zêde kirin û niha rojane 17 saetan kar dikin da ku avê ji şêniyan re peyda bikin.

Li kantona Şehbayê 12 jêderên ava vexwarinê; li Neyrabiye, Tiana, Xirnata, Fafîn, Til Şiîr, Babins, Erezê, Herbel, Til Rifet, Dêrcimêl, Ziyaretê û Aqîbê hene. Hemû jî tên bikaranîn.

Karker ji saet 05:3`an sibehan heta 11:00`an bi şev kar dikin. Rojane 10 caran sahrîcan tijî av dikin. Pêwîstiya her yekîneyeke avê bi 7 hezar û 200 lître mazot heye da ku 6 hezar metrekab av ji şêniyan re were peydakirin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Yekîneya Avê ya kantona Şehba û navçeya Şêrawayê Seydo Seydo got: "Dorpêça ku hikumeta Şamê li herêmê ferz kiriye, bi awayekî neyînî bandor dike, zexta kar li ser kadroya avê bi giştî û miqdara avê ya li şêniyan tê belavkirin bi taybet pir bûye. Ji ber dorpêçê sotomenî bi zehmetî tê peydakirin, di encamê de para şêniyan a avê jî kêm dibe."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Hzr6VBE3zAo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>