'Fikrên rêbertî ji gelan re rêya xilasiyê ye'

Rêveberên jin ên Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nikare şoreşa fikirî li Rojhilata Navîn vemirîne, ji ber wê hêzên hegemonîk li ser ferzkirina tecrîdê li dijî rêbertî, li hev kirine.

'Fikrên rêbertî ji gelan re rêya xilasiyê ye'
1 îlon, 2021   05:44
KOBANÊ

Piştî sedên salan ji çewistandina nasnameyên gelên li herêma Rojhilata Navîn a bi sedema lihevkirinên navneteweyî, fikrê rêber Abdullah Ocalan derket û ji gelan re û bi taybet jinan re bû rêya xilasiyê. Lê pergalên faşîst ev fikir li ser xwe xeterî dîtin, ji lew re komployek li dijî rêber Ocalan pêk anîn.

Dewleta Tirk ji beriya çend salan de tecrîdeke giran li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike û rê nade ku malbat û parêzerên wî hevdîtinê pê re pêk bînin. Ev tecrîd berdewama siyasetên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd û berdewama qetikirina jin û krîzên jîngehî ne.

Berpirsa beşa perwerdê ya Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Cana Ebdo destnîşan kir ku armanc ji tecrîda li dijî rêber ew e ku herêmê bixin dorpêçeke, ji ber ku fikrên rêber ji gelên herêmê re rêya xilasiyê ye.

/ar/uploads/files/2021/08/31/183527_jana-abdw.webp

Cana Ebdo wiha domand: "Rêbertî jinan wekî neteweyekê dibîne. Ev netewe li gel fikirê baviksalarî ya serwer di nav tarîtiyê de ye. Ji lew re dewleta Tirk çalakvan û siyasetmedarên jin dike hedef. Bo minûne, sala borî li Helincê 3 endamên Kongreya Star kirin hedef. Ew baş dizane çi dike, hewl dide rê li pêşiya hemû jinên ku ji bo belavkirina ramanê rêbertî dixebitin, bigire."

Cana piştrast kir ku perwerdekirina gel li ser ramanê rêber Abdulalh Ocalan dê bandorên tecrîdê kêm bike.

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a Herêma Firatê Avaşîn Misto jî wiha got: "Tiştên li dijî rêber Abdullah Ocalan hatine kirin, komployeke navneteweyî bû ku heta roja me ya îro berdewam e. Piştî ku dewletên komploger piştrast bûn ku nikarîn şoreşa ku rêya Rojhilata Navîn ronî kir, tune bike li ser ferzkirina tecrîdê li hev kirin."

Avaşîn diyar kir ku şoreşa bîrdozî ya rêbertî mîladeke nû ye û li dijî fikirê şofanîst e, bi vî fikirê gelan bêdengiya xwe ya li hemberî pergalên zordest şikand.

/ar/uploads/files/2021/08/31/183507_aafa-shyn-mstw.webp

Avaşîn Misto wiha pê de çû: "Ji fikrê rêbertî em fêm dikin ku gelê Kurd yek e, lê lihevkirinên navneteweyî ew parçe kir ji ber ku dixwazin nasnameya gelên herêmê biçewsînin. Bi rêya fikirê wî gel xwedî li hev derket. Ji ber wê projeya ku pêşkêşkiriye û bi saya wê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ewlehiyê de ne, qebûl nekir.

Avaşîn Misto di dawiyê de banga şopandina vî fikirî kir bi taybet ev bang li jinan kir û got dem dema azadiyê û bidawîkirina tecrîdê ye.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SOMoxtCOFEw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>