KOMAW: Hikumetên Bexda û Hewlêrê şirîkên qirkirina êzidiyan in

Komîteya Malbatên Şehîd û Windahiyan piştî êrişa li ser kampa Qadiya piştgiriya xwe ji gelê êzidî re ragihand û diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêrê hevkarên dagirkeriyê û qirkirina civaka êzidî ne.

KOMAW: Hikumetên Bexda û Hewlêrê şirîkên qirkirina êzidiyan in
1 îlon, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Malbatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) daxuyaniyek da û sersaxî da malbatên şehîdên êrişa li ser kampa Qadiya ya li Zaxoyê.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piştî şehadeta Mam Zekî Şengalî, Zerdeşt Şengalî, Mam Seîd Hesen û lehengên din, dewleta Tirk a faşîst nexweşxaneya gundê Sikeniyê bombebaran kir. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 30`ê Tebaxa 2021`an de dewleta Tirk êrişî Kampa Qadiya ya li Zaxoyê kir ku tê de koçberên êzidî bi cih dibin. Li gorî raporan, di êrişa balafirên dewleta Tirk a dagirker de 2 zarokên êzidî şehîd bûn û hejmareke din birîndar bûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji 9`ê Cotmeha 2020`an de êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî êzidiyan ranewestîne û dê ev dijminahiya li dijî civaka êzidî dewam bike û wiha hate destnîşankirin: “Xuya ye ku armanc têkbirina vîna azad a gelê me yê êzidî ye û dortengkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ye.”

Komîteya Malbatên Şehîdan û windahiyan di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku hikumetên Bexda û Hewlêrê bi dagirkeriya Tirk re, di qirkirinên li dijî êzidiyan de hevkar in. Her wiha der barê van komkujiyan de diyar kir ku hikumetên Bexda û Hewlêrê bi bêdengiya xwe ji komkujiyan li dijî gelê êzidî, berpirsyar in.

Komîteya got: “Em Komîteya Malbatên Şehîdan û Windahiyan bi hemû hest û hêzên xwe bi gelê êzidî re ne, her wiha em êş û xemgîniya wan parve dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê Kurd re dixwazin."

(cx, dm)