Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn

91 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê bi merasîmekê li Hesekê hatin bi bîranîn.

Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
Li Hesekê cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê hatin bi bîranîn
31 tebax, 2021   17:46
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Hesekê 91 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê bi bîr anîn. Merasîmê bîranînêli goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/08/31/173343_slma-qasm-.webp

Ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Selma Qasim, di kesayeta şehîdên meha Tebaxê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest. Selma Qasim got: "Hevalên me li eniyên şer xeta şehîdan dişopînin û berxwedanê berdewam dikin. Her çiqasî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmên me zêde bike nikare vîna me bişîne."

/ar/uploads/files/2021/08/31/173327_alan-hskh-.webp

Ji fermandarên QSD'ê Alan Hesekê jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan navên şehîdên meha Tebaxê xwendin.

Merasîm bi diruşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA