Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: PDK êrişên dewleta Tirk paqij nîşan dide

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê got, dewleta Tirk êriş aniye ser Kampa Qadiya û ji ber helwesta xwe ya provakatorî PDK şermezar kir.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê: PDK êrişên dewleta Tirk paqij nîşan dide
31 tebax, 2021   14:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkiliyên Derve ya KC'ê têkilî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Êzidiyên li Kampa Qadiya daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîroka 30.08.2021’an saetên derengiya şevê de, li Kampa Qadiya ya li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê teqînek rû daye. Li vê kampê gelê me yê Êzidî ku ji ber komkujiya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê pêk anîbûn, xwe spartinê, dimîne. Di encama teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest daye û gelek însanên me jî birîndar bûne. Em ji bo kesên ku bûyera Qadiye de jiyana xwe ji dest daye, ji Xweda rehmet û ji bo birîndaran jî şifa dixwazin û diyar dikin ku em li cem gelê xwe yê kampê ne.

Hemû vegotinên şahidên bûyerê û şeklê teqînê nîşan didin ku bûyer di encama êrişa dewleta Tirk de pêk hatiye. Lê belê, hîn ku rastiya bûyerê zelal nebûye jî, hinek rayedarên herêmî yên girêdayî PDK’ê û rêveberên PDK’î yên li kampê, hewl dane ku bûyerê bixin stuyê PKK’ê û provokasyonê bikin.

Ev nêzîkahî û provokasyonên rayedarên PDK’ê vê rastiyê nîşan didin; Ev helwest, nêzîkahî û sekinek ku îdia dike ev bûyer ji êrişên dewleta Tirk a herdem pêk tîne nîne, heta dixwazin dewleta Tirk û êrişên wê yên qirker ên li ser gelê me pak nîşan bidin.

Rayedarên PDK’ê ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên di 16-17’ê Tebaxê de li sûka Şengalê û nexweşxaneyê pêk anîbûn, dengê xwe dernaxînin, di bûyera Qadiya de, hîn ku neçûne cihê bûyerê jî, tevgera me tawanbar dikin. Em van nêzîkahiyan şermezar dikin û wisa difikirin ku ev planek bi meqsed e.

Êrişa li Qadiye piştî lutkeya Iraqê û ziyareta Serokomarê Fransa Macron pêk hatiye, tam di vê demê de jî rayedarên PDK’ê bi lezûbez hewl dane bûyerê bavêjin ser stuyê tevgera me. Ev hemû qenaetek wisa derdixîne holê ku beriya bûyerê haya wan ji tiştekî wiha hebûye.

Bi vê minasebetê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van pêşdarazî û daxuyaniyên provokatîf helwest nîşan bidin û rayedarên PDK’ê şermezar bikin.

Em wekî tevgera azadiyê, wekî berê niha jî destek didin ku gelê me yê Êzidî vegere Şengalê û warê xwe jinû ve ava bike. Ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe seferber dikin.

Vê bûyerê nîşan daye ku êdî tiştek jêvengere e ku gelê Şengalê li ser xaka xwe, xwe birêve bibe û biparêz e. Bi vê minasebetê, di serî de li Hikûmeta Iraqê, em bang li PDK, hêzên navnetewî dikin ku dest ji lîstinên qirêj ên liser gelê me yê Êzidî berdin. Em bang li raya giştî ya cîhanê jî dikin ku destek bidin daxwazên gelê me yê Êzidî yên rewa, mafdar, xwerêvebirin û parastinê.”