Li Minbicê şehîd hatin bi bîranîn

Şêniyên  Minbicê şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê bi bîr anîn.

Li Minbicê şehîd hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîd hatin bi bîranîn
31 tebax, 2021   18:12
MINBIC

Bi sedan şêniyên Minbicê 120 şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê, di nav de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced li goristana Şehîdan bi bîr anîn.

/ar/uploads/files/2021/08/31/175659_shrfan-drwysh.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş got: "Şehîd wateya jiyan, azadiya gelan û şoreşê dane. Ev gotin ne diruşme in, lê rastiya îradeya şehîdan e."

/ar/uploads/files/2021/08/31/175713_mhmd-alshykh.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx anî ziman ku şehîd xwediyên azadiyê ne yên ku bi xwîna xwe jiyaneke demokratîk û biratiya gelan ava kirin.

/ar/uploads/files/2021/08/31/175735_mhmd-khyr-shykhw.webp

Di merasîmê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo got: "Beriya çend rojan salvgera rizgarkirina Minbic ji terora tarî ya DAIŞ'î bû, îro em şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê yên ku mohra xwe li dîroka rizgarkirina Minbicê xistine, bi bîr tînin."

ANHA