​​​​​​​TEV-DEM: Bombebarankirina kampa Qadiya berdewama sûcên li hember êzidiyan e

TEV-DEM`ê diyar kir ku bombebarana artêşa Tirk a li ser kampa Qadiya ya êzidiyan berdewama hedefgirtina civaka êzidî ye û diyar kir ku civata navneteweyî berpirsa vê sûcî ye.

​​​​​​​TEV-DEM: Bombebarankirina kampa Qadiya berdewama sûcên li hember êzidiyan e
31 tebax, 2021   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk a dagirker kampeke êzidiyan a li Zaxoyê ya parêzgeha Başûrê Kurdistanê bombebaran kir û di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Têkildarî mijarê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da û tê de bang li civaka êzidî, gelê Kurd, hêzên siyasî û civaka sivîl kir ku der barê sûcên li dijî mirovahiyê de wekî bombebarankirina kampên koçberan, helwestên xwe eşkere bikin û vê yekê wek binpêkirina nirxên mirovî û sûcekî şer bihesibînin.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk biryarên siyasî û leşkerî bi rengekî yekalî dide û bi vê yekê rêzê ji qanûnên civata navneteweyî yên taybet bi parastina kêmneteweyan û di nav de kampên koçber û penaberan re nagire û hewl dide gel û pêkhateyên herêmê qir bike.

Şeva din dewleta Tirk a faşîst kampa Qadiya ya koçberên êzidî bombebaran kir. Di encamê de şehîd û birîndar çêbûn.

Êrişa li ser civaka me ya êzidî, berdewama hemleya dewleta Tirk a li dijî êzidiyan e.

Êrişa dewleta Tirk li ser îradeya civaka êzidî encama bêdengiya navneteweyî û herêmî ye û peyamek eşkere di serî de ji bo serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron û civata navneteweyî ye.

Wek TEV-DEM em teqez dikin ku ev êriş yekser bi hevkariya PDK`ê hatiye kirin û ew berpirsên vê yekê ne.

Em bang li civaka êzidî, tevahî gelê Kurd, hêzên siyasî û civaka sivîl dikin ku li hember sûcên li dijî mirovahiyê, hewlestên xwe eşkere bikin. Ev sûc binpêkirina hemû nirxên mirovî û sûcekî şer e.”

(bx)