Çeteyan li Efrînê welatiyek revand

Çeteyên dewleta Tirk welatiyek ji gundê Badîna yê navçeya Bilbilê dema ku vedigeriya Efrînê, revand.

Çeteyan li Efrînê welatiyek revand
31 tebax, 2021   13:03
ŞEHBA

Çavkaniyan da zanîn ku dema welatiyê bi navê Celal Abdullah Îbrahîm (28) ku zewicî ye û 4 zarokên wî hene, vedigeriya Efrînê, çeteyên dewleta Tirk a dagiker ew revand.

Çavkaniyan diyar kir ku Celal Abdulah ji ber gotegotên ENKS`ê yên têkildarî vegera li Efrînê, beriya çend rojan gihaştibû Efrînê.

Çavkaniyan diyar kir ku komeke çeteyan ew revand û ber bi cihekî nediyar ve biriye.

(bx)

ANHA