ANHA`yê tevgera çûnûhatina erebeyan li ser rêya M4 şopand

Ajansa me piştî topbarana dewleta Tirk a dagirker a duh li ser rêya M4, tevgera sivîlan a li ser rêya di navbera herêma Firatê û Til Temirê de şopand. Sivîlên ku rê bi kar tînin tevî hebûna panzerên Rûsyayê jî gotin ew bi xeteriyan re rû bi rû ne.

ANHA`yê tevgera çûnûhatina erebeyan li ser rêya M4 şopand
31 tebax, 2021   12:03
EYN ÎSA-DÎCLE EHMED

Duh bi şev dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rêya M4, gundên Xalîdiye, Hoşan, Mielek, û Kampa Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin û erebeyên sivîlan kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Kameraya ajansa me tevgera çûnûhatina erebeyan ber bi herêma Cizîrê ve li ser rêya M4`ê şopand. Ajokerekî ji Kobanê bi navê Mamed Berkel axivî û got: “Em ji hebûna hêzên Rûsyayê li herêmên me ne razî ne. Ew li hemberî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî me bêdeng e.“

Berkel diyar kir ku li gorî rêya Reqa-Hesekê rêya M4 ya di navbera Til Temir û Kobanê de ji bo veguhestinê ya herî kin e, ji ber wê yekê dema ku nexweş an jî kesên temenmezin û zarok hebin ku dijwariya rê tehemul nakin, vê rêyê bi kar tînin.

Berkel rêya M4 bi rêya Mirinê bi nav kir, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên ku vê rêyê bi kar tînin yekser dikin hedef.

Berkel girêdayî hebûna hêzên Rûsyayê li seranserî rêya navneteweyî got: “Dema em vê rêyê bi kar tînin panzerên Rûsyayê bi me re diçin. Baregehên wê li seranserî rê hene. Bi awayekî domdar li herêma Firatê û rêya navneteweyî dewriyeyan dimeşînin. Lê ruxmî wê jî li hemberî sûcên dewleta Tirk bê deng e. Em hebûna Rûsya ne razî ne. Yanî çima wek hêzeke garantor li herêmê ye û nikare sivîlan û herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker biparêze?.”

Rêya M4 li Sûriyê ji girîngtirîn rêyên bazirganiyê ye. Ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gelek girîng e, ji ber ku herêmê giştî bi hev ve girê dide. Ji ber wê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi taybet piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, hewl didin rêya M4`ê kontrol bikin da ku li ser herêmê bi giştî serwer bin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kJflx80ZufM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>