Li Pencşêrê 7 endamên Talîban hatin kuştin

Dezgehên çapemeniyê ragihandin ku hêzên berxwedanê yên li eyaleta Pencşêr ya Efganistanê êrişa tevgera Talîban li ser herêmê têk bir û 7 endamên Talîban kuştin.

Li Pencşêrê 7 endamên Talîban hatin kuştin
31 tebax, 2021   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê eniya berxwedanê li Penceşêr îro ragihand ku di encama êrişeke Tevgera Talîban li ser herêmê 7 endamên wê hatin kuştin û birîndar jî hene.

Çavkaniyên nêzî berxwedana bi serkêşiya Ehmed Mesûd ji ajansa Tolo ya herêmî re ragihand ku çekdarên Tevgera Talîban êrişî nuqteyeke parastinê li wîlayeta Penceşêrê kir û hêzên berxwedanê bersiva êrişê dan.

Her wiha dezgehên çapemeniyê yên nêzî fermandarên wîlayeta Penceşêrê destnîşan kir ku roja Duşemê endamên Talîban êrişî cihekî sivîlan kir, lê hêzên Penceşêrê bersiva êrişê dan.

Fermandarê eniya berxwedana Efganistanê li wîlayeta Penceşêrê Ehmed Mesûd got, heger Tevgera Talîban hikumeteke ne navendî ava bike û azadî û wekheviya di navbera welatiyan de misoger bike ew ê dev ji çalakiyên xwe berde û dê xwe ji siyasetê jî bikişîne.

(bx)