Hêzên hikumeta Şamê êrişên li dijî Dera El-Beled zêde kir

Hêzên hikumeta Şamê topbarana li ser herêmên Derayê zêde kir û çekdarên herêmî jî êrişên baregehên hêzên hikumetê kir.

Hêzên hikumeta Şamê êrişên li dijî Dera El-Beled zêde kir
31 tebax, 2021   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên herêmî duh di saetên derengiya şevê de bi çekên sivik êrişî tabûra tankan li bajarokê El-Şêx Sed a rojavayê Derayê kir. hêzên hikumeta Şamê jî herêmên bajarokê El-Şêx Sed a gundewarên rojavayê Derayê topbaran kir.

Li gundewarên Dera Navîn çekdarên herêmî bi topên RPG`ê û çekên sivik êrişî bendeke kontrolê ya istixbaratên hewayî li bajarê Dahilê kir, lê tu ziyanên mirovî çênebûn. Her wiha topbarana hêzên hikumeta Şamê li ser taxên Dera El-Beled didome.

(bx)