Li Lîbyayê çeteyên ji Sûriyê ji ber kêmkirina fonên xwe ne razî ne

Dezgehên çapemeniyê ragihand ku bi dehan çeteyên ji Sûriyê yên dewleta Tirk, li Lîbyayê li dijî rewşa xwe ya madî ne razî ne ku fonên wan hatine kêmkirin.

Li Lîbyayê çeteyên ji Sûriyê ji ber kêmkirina fonên xwe ne razî ne
31 tebax, 2021   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li baregeha Yermûkê duh bi şev bi dehan çeteyên ji Sûriyê li dijî nebaşiya rewşa madî derketin, piştî ku fonên wan hatin kêmkirin, derfet ji wan re nayê dayîn ku serdana malbatên xwe bikin û serçete wan şantaj dikin ku li beramberî hezar dolarî dikarin destûrê bigirin.

Li baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li paytexta Lîbyayê Terablusê ji ber ku fonên çeteyan hatin kêmkirin û her 4 mehan carekê fon tên dayîn, çete ne razî ne.

Li gorî SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, di çend rojên dawîn de bi dehan çete ji ber nerazîbûna rewşa madî ya nebaş tev li waneyên teknîk nebûne.

Li gorî SOHR`ê serçeteyê koma Sultan Silêman Şah Ebû Emşe 5 çeteyên ji Mexribê veguhastin û hîna amadekariya veguhestina 9 çeteyên din ên mexribî dike.

(şx)