Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn

Şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmekê 29 şehîdên meha Tebaxê li goristana Şehîd Îsmaîl Hogir bi bîr anîn.

Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
Şêniyên Amûdê şehîdên meha Tebaxê bi bîr anîn
30 tebax, 2021   18:39
QAMIŞLO

Merasîmê bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê ve hate lidarxistin.

Malbatên şehîdan wêneyên zarokên xwe yê şehîd rakirin û ber bi goristanê ve çûn.

/ar/uploads/files/2021/08/30/175705_amude-sehid-28429.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyên azadiyê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Amûdê Zîwer Elî şehîd bi bîr anîn û da zanîn ku şehîd rêya xelasiya ji zilimê ye.

Zîwer Elî di şexsê 29 şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Ger em bixwazin destkeftiyên şehîdan biparêzin, divê  em li tevahiya tevgerên şoreşger vegerin ku negihan armancên xwe yê avakirina rêveberiyê, ji ber ku berjewendiyên xwe yê kesayetî di ser ê giştî re nedigirtin, lê tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li ser bingeh û rêzgezên gewre û mezin hate damezrandin, her ferdekî cihê xwe tê de girt û tîrêja têkoşîn û berxwedanê li dijî tevahiya sîstemên kapîtalîst ên berjewendîperest rakir."

Zîwer Elî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tenê Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin; di şerê li dijî tevahiya planên ku li dijî gelê Kurd hatin plankirin, isbata serkeftina xwe kir û dîroka şahida vê yekê ye."

Di dawiyê de nasnameyên her 29 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê yên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(eh)

ANHA