Ehmed Mesûd şertê lihevkirina bi Talîban re diyar kir

Fermandarê eniya berxwedanê ya Efganistanê li eyaleta Pencşêr Ehmed Mesûd got heke tevgera Talîban hikumeteke giştî li Efganistanê ava bike, ew ê dev ji siyasetê biqere.

Ehmed Mesûd şertê lihevkirina bi Talîban re diyar kir
31 tebax, 2021   08:10
 NAVENDA NÛÇEYAN

Feramndarê eniya berxwedanê ya Efganistanê ya li eyaleta Pencşêr Ehmedh Mesûd, ji kovara “Foreign Policy” re wiha got: “Heke Talîbanê desthilat di navbera hemiyan de dabeş kir û edalet û wekhevî û azadî di navbera hemiyan de pêk anî, wê demê ez ê paş de vekişim û dev ji siyasetê berdim.”

Ehmed Mesûd diyar kir ku lihevkirina bi Talîban re tenê bi rêya avakirina hikumeteke giştî û nenavendî li Efganistanê pêkane û got ew hemû bijêrikên din qebûl nakin, heke ne wisa be jî ew ê berxwedana li dijî Talîban dewam bikin.

Mesûd destnîşan kir ku ew tu piştgiriyê ji derve nagire, lê di heman demê de gelek dewletên herêmî destekê didin Talîban.

(cx)