Desteya Tenduristiyê destpêkirina daxwaznameyên xwendekaran ragihand

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpêkirina qebûlkirina daxwaznameyên (mufedele) xwendekarên ku dixwazin xwe di peymangehê de tomar bikin, ragihand. 

Desteya Tenduristiyê destpêkirina daxwaznameyên xwendekaran ragihand
31 tebax, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî şertên qebûlkirina tomarkirinê, hemû xwendekarên xwedî bawernameya amadehî ya beşa zanyarî ya girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îsal derçûne dikarin xwe li peymangehê tomar bikin.

Her wiha divê temenê xwendekaran di navbera 17 û 23`yan de be. Peymangeh xwendina bi her du zimanên kurdî û erebî qebûl dike.

Desteyê ji sedî 10 kursî ji bo zarokên şehîdan veqetandine. Kursiyên vala jî dê para zarokên ku xwediyên wan di saziyên tenduristiyê yên girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, bin.

Desteyê bi daxuyaniyekê şertên qebûlkirina tomarkirina xwendekaran, kaxizên pêwîst û dema hevdîtinên qebûlkirinê ku tê payîn di 20`ê Cotmehê de be, eşkere kir.

(şx)

ANHA