Meclisa Malbatên Şehîdan li Şedadê 33 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê 33 şehîdên meha Tebaxê ku li cih û di dîrokên cuda de şehîd bûne, bi bîr anî.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Şedadê 33 şehîd bi bîr anîn
31 tebax, 2021   07:08
HESEKÊ

Merasîm li hola azadî ya meclisa navçeyê hate lidarxistin. Malbatên şehîdan û şêniyên navçeya Şedadê beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîma bîranînê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endama saziya malbatên şehîdan Zehra El-Ehmed nasnameyên şehîdan xwendin. Piştî wê ji rêveberên navenda Ewqaf a Şedadê Sabirîn El-Teraf axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Sabirîn di axaftina xwe de got şehîdan efsaneyên lehengiyê nivîsand, rêya azadiyê diyar kirin û karîbûn bi berxwedaniya xwe hêzên dagirker têk bibin.

Her wiha endamê meclisa Leşkerî ya Şedadê Ude El-Hisên jî ev tişt got: "Em lehengên xwe yên ku di şoreşa azadiyê de roleke girîng û pîroz lîstine bi bîr tînin. Ew sembol û fikrê civakê ber bi xeta rast û jiyaneke bi wate ve dibin e. û pêşeroja civakê ronî dikin."

Ude El-Hisên di axaftina xwe de diyar kir ku şehîdan ji bo hemû gelên Bakur û Rohilatê  Sûriyê bi azadî û rûmet bijîn, canê xwe feda kirin, her wiha Ude El-Hisên soza şopandina rêya şehîdan, da.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re, bidawî bû.

(bx)

ANHA