Rojnameyên erebî: Li Lîbyayê li ser çareseriya siyasî û derxistina çeteyan hate lihevkirin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa şerê li Derayê, rewşa Lîbyayê û civîna Misir-Urdun-Fîlistînê kir.

Rojnameyên erebî: Li Lîbyayê li ser çareseriya siyasî û derxistina çeteyan hate lihevkirin
31 tebax, 2021   07:17
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DERA EL-BELED ŞER Û LI HEMAYÊ ÊRIŞA LI DIJI REJÎMÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê rewşa Derayê de wiha nivisî: “Li Dera El-Beled şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî de dewam dike. Li gel wê jî sivîlên li bajêr ber bi sînorên Urdunê ve koçber dibin. Her wiha li Hemayê jî di êrişekê de 2 endamên hêzên polîsan yên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li eniyên Dera El-Beled şerên di navbera hêzên Furqeya 4`an ku Îran desteka wê dike û çekdarên xwecihî de berdewam in. Li gel guleberandina dijwar, hêzên hikumeta Şamê hewl didin derbasî taxên Dera El-Beled bibin. Li aliyekî din jî topbarana li ser taxên Dera El-Beled berdewam e. Hêzên hikumeta Şamê li eniya El-Behar a Dera El-Beled bi pêş ket. Çalakvanên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama şerên navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecihî de, 2 çekdarên xwecihî hatin kuştin.

Li Hemayê jî li gorî ajansa SANA`yê ku agahiyên xwe spartina çavkaniyekî ji polîsên Hemayê, ji ber êrişeke terorî li dijî nuqteyeke nobetdariyê ya li taxa El-Mirabêt a Hemayê 2 endamên hêzên ewlekariya hundirîn yên hikumeta Şamê hatin kuştin. Heman çavkanî diyar kir ku kesên êriş pêk anîne, ser rûyê xwe girtibûn û li motorsîkletekê siwar bûbûn.”

LI SER ÇARESERIYA SIYASÎ LI LÎBYA Û DERXISTINA ÇETEYAN HATE LIHEVKIRIN

Têkildarî rewşa Lîbyayê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Beşdarên civîna serokwezîrên dewletên cîranên Lîbyayê, li ser çareseriya siyasî, sepandina ewlehiyê û derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê li hev kirin.

Wezîrê karên derve yê Cezayirê Remtan Liemamra piştrast kir ku aloziya Lîbyayê tenê bi rêya diyaloga lîbî-lîbî û bi desteka civata navneteweyî çareser dibe û wiha domand: “Em piştgiriyê didin yekkirina saziyên dewletên û ewlehiya Lîbya bi ewlehiya dewletên cîran ve girêdayî ye.”

Liemamra îşaret pê kir ku gelek dewlet hene dixwazin axa Lîbyayê bi kar bînin da ku hevsengiyan ji nû ve xêz bikin û wiha axivî: “Divê çete û hêzên biyanî di zûtirîn dem de ji Lîbyayê derkevin. Di vê pêvajoyê de ji bo parastina serdestiya Lîbyayê divê gelê Lîbyayê hevgirtî be.”

CIVÎNA MISIR-URDUN-FÎLISTÎN LI QAHÎRAYÊ JI BO PIŞTGIRIYA EBÛ MAZIN

Têkildarî rewşa Fîlistînê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Misir, Urdun û hikumeta Filistînê di amadekirina bingeha vegera li rêya çareseriyê de girîngiyeke siyasî dît da ku asta tundiyê li herêmên Fîlistînê kêm bibe. Di heman demê de soz hat dayîn ku rêveberiya Amerîkayê dê destekê bide vê gerê bi şêwazekê ku rê li pêşiya aloziya ku êdî her sê aliyan aciz dike, bigire. Lidarxistina vê civînê tê wateya ji nûve rêzkirina kaxizên siyasî.

Serokwezîrê Fîlistînê Mihemed Îştiyê roja duşemê agahiyên der barê derengxistina lidarxistina civînê li Qahîrayê de piştrast kirin.

Ji bo rêgirtina li mezinbûna aloziyê û avakirina sîwaneke siyasî ji Mehmûd Ebas re beriya ku hikumeta wî ji hev dikeve, hevkarî û koordîne di navbera serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî û şahê Urdunê Ebdullah El-Sanî de aktîvtir bûye. Di demekê de ku Hemas bi xemsarî nêzî perspektîfên aramiya siyasî ya bi Ebû Mazin re û aramiya leşkerî ya bi Îsraîlê re dibe.  

Çavkaniyên siyasî texmîn dikin ku civîna di navbera Ebas û wezîrê artêşa Îsraîlê Benny Gantz de li Ramallah ku tê payîn yekşema bê li dar keve, bibe destpêka xebatekî siyasî.”

(şx)