Beşîr Mele Newaf: Divê civak xweparastinê bi rêxistin bike

Hîndekarê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku xweparastina civakî yekane hêz e ku civakê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser pêyan bihêle.

Beşîr Mele Newaf: Divê civak xweparastinê bi rêxistin bike
31 tebax, 2021   06:39
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Di sedsala 20’an û destpêka sedsala 21'an de ku lîberalîzm û neolîberalîzmê hewl da taybetmendiyên resen ên gelan ji holê rake, lê gelan jî ji bo ku xwe ji êrişan biparêzin û ji bo nirxên xwe yên çandî û xweparastinê rêbazên cuda bi pêş xistin.

Rêber Abdullah Ocalan xweparastina civakan wiha rave dike: "Civaka ku nikare xwe biparêze, taybetmediya  xwe ya exlaqî û polîtîk winda dike. Civak an tê kolonîzekirin, dihele û dirire, an jî di nava berxwedanê de dixwaze taybetmendiyên xwe yên exlaqî û polîtîk ji nû ve bi dest bixe û bixebitîne. Xweparastin navê vê pêvajoyê ye."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojên dawîn de li ser xeta Zirgan, Til Temir, Şehba, Şêrawa û Eyn Îsa êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar kirine. Gelek alî li ser vê yekê li hev dikin ku ev êriş bi erêkirina hêzên navneteweyî yên li herêmê pêk tên.

Dijwarbûna êrişan, di heman demê de nîqaşên têkildarî xweparastinê jî geş dike. Ji ber ku careke din nîşan da ku xweparastina civakî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi qasî pêwîst û girîng e.

Têkildarî girîngiya xweparastina civakî endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hîndekarê Beşa Wêje û Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Beşîr Mele Newaf ji ajansa me re axivî.

Beşîr Mele Newaf bal kişand ser girîngiya ku hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker cihê xwe di nava xweparastina civakî de digirin û got: "Dîroka dewleta Tirk dîroka asîmîlasyon û tasfiyekirina gelan e. Di vê çarçoveyê de ferz e ku dewleta Tirk baş nas bikin û her şêwe rêbazên têkoşînê yên li dijî vê pratîze bikin."

Mele Newaf îşaret pê kir ku armanc ew e ku avadaniya Rêveberiya Xweser were tesfiyekirin û got: “Dewleta Tirk li dijî destkeftiyên gelan ku piştî şoreşa Rojava bi hev re bi dest xistin, bi berdewamî helwesteke êrişkar nîşan dide.”

Mele Newaf êrişên tevkujiyê yên di salên 1990'î de yên li dijî Kurdan bi bîr xistin û wiha axivî: "Êrişên îro hê dijwartir in. Ev êriş ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dikin. Ji ber ku encama li Rojava bi dest ket, çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dike. Divê hemû gelên li Rojhilata Navîn dijîn, di xweparastina civakî ya Rojava de bi rola xwe rabin."

'DIVÊ HER KES LI HEMBER PROPAGANDA REŞ A DEWLETA TIRK HIŞYAR BE'

Beşîr Mele Newaf diyar kir ku dewleta Tirk propagandayeke reş li dijî gel dimeşîne û wan provoke dike û got: "Ev êriş li dijî hesasiyetên civakî li deverên cuda tên kirin. Hewl didin bi rêya medyaya dîjîtal û hin avaniyên taybet bawerîyekegiştî biafirîne. Li dijî vê jî tişta ku divê were kirin, ew e ku tim hişyar bin û musamahayê nîşanî nêzîkatiyên wiha nedin. Pêwîst e bi hişmendî tev bigerin. Divê kesên tev li van çalakiyan bûne, bên aşkerakirin. Bi taybetî divê rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên sivîl xebatên aktîftir bimeşînin. Divê gel bi awayekî aktîf tev li van hewldanan bibe û ev propagandayên reş ên bi armanca êrişê, bên têkbirin."

Mele Newaf bal kişand ser girîngiya têkoşîna birêxistinbûyî ya li dijî êrişan û wiha pê de çû: "Li hemberî her şêwe êrişan divê gelê me cihê xwe di nava rêxistinên xweparastina civakî de bigire. Gelekî girîng e ku civak di warê madî û manewî de yekitiyê pêk bîne. Divê em li cem hêzên xwe yên parastinê bin, ku heta niha li dijî dagirkeran gavek bi tenê jî bi paş ve neavêtine."

‘SERKÊŞIYA TÊKOŞÎNÊ DI DESTÊ CIVAKÊ DE YE’

Beşîr Mele Newaf anî ziman ku gel di destpêka şoreşa Rojava de ji Serêkaniyê heta Şêxmeqsûdê cihê xwe di nava xweparastinê de girt û nîşan da ku dikare çi bi dest bixe û wiha dewam kir:  "Di destpêka şoreşa Rojava de dema çeteyan êrişî Serêkaniyê kir, gelê me bi rastî jî xweparastina civakî li wir nîşan da. Her wiha çeteyan êrişî deverên cuda yên Şêxmeqsud û Helebê kirin. Gelê Kurd di wê demê de ew qasî xwedî hêz nebû. Pirsgirêka cebilxane û çekan hebû. Di vê çarçoveyê de gel her tiştê xwe; madî û manewî, parve kir. Taxên xwe ji çeteyan diparastin. Îro gel bi qasî ku ji destê wê tê parastina xwe dike. Civak serkêşiya têkoşînê dike. Divê civak di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Divê gelê me di vê pêvajoyê de nîşan bide ku xweparastin çi qasî girîng e."

Beşîr Mele Newaf da xuyakirin ku ji bo rewşên bi heman rengî rû nedin, divê gel xweparastinê xurt bike û li dijî êrişan bi rêxistin bibe û got: “Divê gelê me ji hovîtiya dewleta Tirk a li ser herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî dersan derxe.”

Her wiha Beşîr Mele Newaf got: "Dewleta Tirk bi propagandayên xwe yên di nava gel de û li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, hewl dide pêşî li hişmendiya gel bigire. Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî van lîstikên dijmin hişyar bin û xweparastina xwe ya civakî bi rêxistin bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/lUP8MT1FWik" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>