Navenda Şehîd Xabûr ji kaniya terorê veguherî navenda fêrkirina mûzîkê

Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê ya li Sirînê ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de kaniya fikirê tundraw bû, lê îro ji bo tevahî pêkhateyên herêmê veguheriyê navenda fêrkirina mûzîk û hunerê.

Navenda Şehîd Xabûr ji kaniya terorê veguherî navenda fêrkirina mûzîkê
31 tebax, 2021   05:56
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya navçeya Sirînê ya ku 35 km dikeve başûrê Kobanê di salên 90`î de hate damezrandin, di sala 2006`î de ji aliyê rejîma Baasê ve hate nûkirin, da ku şêniyên herêmê xwe lê bigirin û di 2008`an de bi fermî bû navendê Partiya Baasê.

NAVEND VEGUHERÎ CIHÊ FÊRKIRINA FIKIRÊN TUNDRAW!

Bi destpêkirina krîza Sûriyê, derketina rêxistinên tundraw re, çeteyan dest danîn ser navendê û hemû tiştên tê de diznî. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê navçe dagir kir, navenda çand hûnerê veguherand navenda belavkirina îdeolojiya xwe, da ku bi rêya qaşo ola îslamî şêniyan li ser fikirên xwe yên tundraw perwerde bikin.

Beriya ku çeteyên DAIŞ`ê navçeyê dagir bikin, li Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê zêdetirî hezar pirtûkî hebûn, lê çeteyan hin ji wan şewitandin, di heman demê de saloneke internetê jî hebû ku hîn venebûbû û ji deh laptopan pêk dihat, lê ew laptop jî dizîn, holeke taybet bi zarokan û sînemayeke biçûk jî hebû, lê hatin xirabkirin, her wiha holek dirûtinê ya taybet ji bo jinan hene ku rejîma Baasê ava kiribû da ku welatiyan qezenc bike û wan li ser fikirê xwe perwerde bike.

REWŞA NAVENDA XABÛRÊ PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ

Piştî QSD`ê navçe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, navçe radestî şêniyên herêmê kir û ewlehî û aramî lê misoger bûn. Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Hunerê veguherî cihê perwerdekirina welatiyan li ser muzîk, govendên folklorîk û hunerên şanoyê, lê mixabin lawazî di çanda xwendinê de heye ji ber xwîner kêm in û pirtûk jî tune ne.

Hemû pêkhate; Kurd, Ereb û Tirkmen cihê xwe di rêvebirina navendê de digirin û zêdetirî 40 xebatkarên ji Kurd û Ereb lê dewam dikin anku rewş vegeriyaye wekî beriya çend salan.

Navenda Şehîd Xabûr girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê ye ku hewl dide vê navendê bi pêş bixe. Çalakiya herî dawî jî dewreyeke perwerdê ya şanoyê ji endamên navendê re bû. Ev dewre ji hêla Desteya Çandê ve li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanê hat vekirin û 40 rojî dewam kir. Piştî endamên vê dewreyê derçûn, li navenda Şehîd Xabûr dewreyeke şanoyê bi beşdarbûna 20 zarokan ku temenên wan ne zêdetirî 18 salan bûn vekir.

Endamê rêveber û mamosteyê şanoyê yê li navenda Şehîd Xabûr Şêx Nebî Hebeş axivî û got: "Em bi hemû derfetên xwe hewl didin navendê bi pêş bixin û piştî rizgarkirina wê ya ji terorê me karî hinekî rih dabaye navendê. Di salên pêş de dê rewşa navendê baştir bibe, ji ber ku ew ê nifşekî ku bikaribe navendê baş bi rê ve bibe ava bibe."

ꞌMUZÎK BAŞTIRÎN RÊBAZA PARASTINA ÇANDA ME YEꞌ

Li navenda Şehîd Xabûr ne tenê waneyên li ser hunerên şanoyê têne dayîn, heman demê tê de waneyên mûzîk jî tê dayîn û girîngiyê didin zarokan. Komên govendan jî li ser govendên folklorîk têne perwerdekirin, ji lew re şêniyên herêmê xwe lê digirin û ji dehan kîlometreyan tên navendê da ku fêr bibin.

/ar/uploads/files/2021/08/31/045430_shkry-hnyfy.webp

Mamosteyê mûzîkê Şukrî Henîfî axivî û ev tişt got: "Armanca min a ji çûna  navendê ew e ku ez zarokan li ser notên muzîkê perwerde bikim, ji ber ew nifşên pêşerojê ne. Di heman demê de ji ber ku min di zarokatiya xwe de zehmetiya fêrbûna mûzîkê dikişand. Li ser vê yekê ez bang li şêniyên herêmê dikim ku zarokên xwe bişînin navendê, ji ber ku derfeteke zêrîn li pêşiya wan e û mûzîk jî pira veguhastina çandan e."

/ar/uploads/files/2021/08/31/045411_aayh-frj.webp

Li aliyekî din jî zaroka bi navê Aye Ferc axivî û got: "Ez ji gundê Boxaz têm vir ji bo ku fêrî mûzîkê bibim. Ez hêvîdar im ku hemû zarok wekî min bikin, nexasim ku mamosteyên li navendê bi me re alîkar in."

Xabûr Çiya (Nîdal Behaedîn) 4`ê Gulana 2014`an di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Girê Sêfê ku 27 km dikeve başûrê Kobanê şehîd bûbû û beriya ku navend li ser navê wî vebe, navê wî li gir hatibû kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jUgo-PgpTpE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>