​​​​​​​ 'Li dijî tecrîdê her helwestek û dengek hêviya azadiya mirovahiyê ye'

Endamên Tevgera Ciwanan a Sûriyê- Efrînê da zanîn ku tecrîda li dijî rêber Ocalan sûcekî dermirovî ye û di şexsê rêber Ocalan li dijî gelê Kurd tê ferzkirin.

​​​​​​​ 'Li dijî tecrîdê her helwestek û dengek hêviya azadiya mirovahiyê ye'
31 tebax, 2021   05:46
ŞEHBA-LEYLA LORÎN

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê- Efrînê da zanîn ku tecrîd sûceke dermirovî ye û bi giranî li dijî rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Her wiha gotin, her helwestek û dengek, hêviya azadiya mirovahiyê ye.

Her ku diçe nerazîbûn, bertek û helwest ji aliyê gelê Kurd û ciwanên Kurd ve, li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber  Abdullah Ocalan zêde dibin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Efrînê yên li kampên berxwedanê yên li Şehbayê, li dijî tecrîd û faşîzma qirker a dewleta Tirk, ji ajansa me re axivîn.

‘TECRÎD BI VENÊRÎNA DEWLETÊN HEGEMON TÊ MEŞANDIN’  

Endamê Tevgera Ciwanan a Efrînê Ehmed Hesen diyar kir her ku diçe dewletên hegemon tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan zêde dikin, li gorî berjewendiyên xwe li ser Îmraliyê qanûnên tevkujî û qirkirinê li ser gelê Kurd dimeşînin û wiha got:” Tecrîda girankirî ya li ser rêber APO di heman demê de tecrîda li ser gelê Kurd û li ser ciwanên Kurd e. Dewletên hegemon ku destê wan di komoloya navneteweyî de hebû, niha bi destê wan ev tecrîd û îşkeenr li ser rêber Ocalan tê meşandin. Ev şerê qirêj jî bi destê wan tê kirin”.

‘LI DIJÎ TECRÎDÊ QADA BERXWEDANÊ FIREH BIKIN’

Hesen da zanîn ku  weke ciwan erk û mîsyona rêber Abdullah Ocalan ji bo ciwanan diyarkirî ye û di bin her mercên zor de wê xwedî li rêber Abdullah Ocalan derkevin û wiha pê de çû:"Ciwanên koçber ên Efrînê, heta dawiyê  dê ji bo azadiya fîzîkî ya rêberê xwe tê bikoşîn. Êdî dem hatiye em rêberê xwe azad bikin. Banga min ji hemû ciwanên Kurd re jî ev e. Destê xwe deynin li ser wîjdana xwe û li dijî tecrîda girankirî bertek û nerazîbûnên xwe li qadên berxwedanê biteyîsînin”.

‘EM FEDAYÎ RÊBER APO NE’

Endamê rêveberiya ciwanan a kampa Berxwedanê Reşîd Efrîn jî diyar kir tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, ji derveyî pîvanên mirovahî û hiqûqî ye û wiha got:” Em Tevgera Ciwanên Efrînê bi tundî vê tecrîda li ser rêberê me şermezar û riswa dikin. Em ciwan fedayîyê rêber APO ne.”

‘AZADIYA RÊBER APO AZADIYA JINÊN CIWAN E’

 Endama ciwanan a kampa Serdemê Rengîn Muhemed jî bi bîr xist ku tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, wê neyê qebûlkirin û wiha got:”Em jinên ciwan vê zilama mezin li ser gelê xwe û li ser rêberê xwe qebûl nakin û em bi tundî şermezar dikin. Heta ku rêberê me azad bibe, çalakiyên jinan û berxwedana wan li dijî faşîzma qirker wê bidomin”.  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HE29VDe-N7o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>