Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê: Dagirker sivîlan topbaran dikin

Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê dixwaze qada dagirkeriya xwe fireh bike, ewlehiya herêmê têk bibe û şêniyan koçber bike.

Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê: Dagirker sivîlan topbaran dikin
31 tebax, 2021   01:50
MINBIC – SELWA EBDUREHMAN

Di demên dawî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên rojhilatê Babê yên rizgarkirî û gundewarên bakurê Minbicê ku sivîl lê dijîn zêde kirine. Bi vê yekê hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike.

/kr/uploads/files/2021/08/30/183808_-.webp

Têkildarî armanca van êrişan û encamên wê, Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme ji ANHA`yê re axivî. Yûsif Erîme diyar kir ku dagirker bê ser û ber topbaran dikin û  tu cûdahiyê naxin navbera kevir û mirovan.

Girêdayî gundên ku her tim têne topbarankirin, Erîme destnîşan kir ku herî zêde gundên Qert Wêran, Erîme, Kawiklî, Cib El-Hemra û Hûte têne topbarankirin û got, jêdera topbaranê baregehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî weke baregeha Şêx Nasir, Til El-Hewa ye ku derdora 1 km dûrî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Babê ne.

Yûsif Erîme da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker di topbarana xwe de çekên giran ji topên hawanê û hin cûreyên sivik ji çekan, bi kar tîne.

Girêdayî zirarên ku gihaştin sivîlan Yûsif Erîme ev tişt got: "Di saetên derengiya şevê û heta saetên sibê de sivîl têne topbarankirin. Armcan ji vê yekê jî ew e ku tirsê di nav sivîlan de belav bikin."

Erîme diyar kir ku sivîlên ku zeviyên wan nêzî herêmên dagirkirî ne, zeviyên xwe terik kirine û nikarin biçînin, li aliyekî din jî çeteyan rûbereke mezin a zevî û darên wan ên zeytûn û fisteqên helebî şewitandin.

Her wiha îşaret pê kir ku şênî hawara xwe digihînin Meclisa Leşkerî ya Babê da ku wan ji dagirekran biparêzin û wiha domand: "Şênî di mal û xaka xwe de li ber xwe didin û em dev ji wan bernadin. Em jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Babê wan ji êrişan diparêzin."

Cîgirê Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Babê Yûsif Erîme wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez peyamekê ji şêniyan re dişînim ku em hêzên leşkerî xeta şehîdan dişopînin û em erka parastina şênî û bajêr li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê digrin ser milê xwe."

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê didomin. Êvara 28 – 29`ê Tebaxê li gundê Ereb Hesen ê bakur rojavayê Minbicê zarokekî 10 salî bi giranî birîndar bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/u-yLgiqAu6o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>