Di Tebaxê gundewarên Girê Spî zêdetirî 60 carî hatin topbarankirin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Danyel Kobanê got, dewleta Tirk a dagirker di Tebaxê de zêdetirî 60 carî gundewarên rojavayê Girê Spî bi hemû çekên giran topbaran kirin.

Di Tebaxê gundewarên Girê Spî zêdetirî 60 carî hatin topbarankirin
30 tebax, 2021   23:37
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên di vê mehê de êrişên xwe yên li dijî gundewarên rojavayê Girê Spî, gundewarên rojhilatê Eyn Îsa û rêya M4 zêde kirin, di êrişan de obîs, mûşek, hawn, tanke û doçkeyên giran bi kar anîn. Di encamê de zirar gihaştin mal û milkên şêniyan, zevî û darên zeytûnê şewitîn. Li gundê Sefawiyê jî komkujî li dijî malbatekê pêk anî.

Gundên herî zêde têne topbarankirin, gundên rojavayê kantona Girê Spî bûn; Fereyan, Sewan, Erîda, Silêbî, Qizelî, Depoyên Qizelî, Koperlik, Bîr Kêtik, Musterîha, Ebdiko, Xirbet Beqer, Meboce û gundên li eniyên şer.

/kr/uploads/files/2021/08/30/183649_-.webp

Li ser vê yekê, ji fermandrên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ku li eniyên pêş ên şer e, Danyel Kobanê da zanîn ku di vê mehê de zêdetirî 60 carî gundewarên Girê Spî bi çekên giran hatin topbarankirin. Kobanê wiha got: "Em hêzên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li eniyên pêş in û mafên xwe yên parastina sînor û gelê xwe bi kar tînin."

Kobanê li ser binpêkirinên agirbestê ji aliyêdewleta Tirk ve û zêdekirina êrişên li dijî sivîlan wiha domand:"Armanca dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê, valakirina gundan ji şêniyan û berfirehkirina dagirkirina herêman e."

Danyel Kobanê destnîşan kir ku ew li gorî peymana agirbestê ku bi dewleta Tirk re hatiye îmzekirin, tev digerin û mafên xwe yên rewa di parastina sînor û gel de bi kar tînin û wiha pê de çû: "Li kêlek wê jî şêniyên wan gundewaran li hember êrişên rojane piştgiriya Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di aliyên moral û hemû derfetên xwe de dikin û dev ji xaka xwe bernadin."

dagirker êrişên xwe li dijî gundewarên kantona Girê Spî yên li ser eniyên şer zêde kirin, li gel wê jî baregehên xwe yên leşkerî li ser eniyên şer û rêya M4 zêde kirin, çekên giran tîne wan baregehan û tê de pergala radar û kamereyên çavdêriyê hene.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kr0FG8kKPlY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>