Yekane rêya derketina ji sîstema koledar a modern: Xweparastin - 1

Yekane rêya derketina ji sîstema koledar a modern: Xweparastin - 1
31 tebax, 2021   00:26

Hemû serhildanên Kurdan tevgerên xweparastinê ne

HALÎT ERMÎŞ

Xweparastin bi giştî rewşek e ku kes an jî komek xwe li dijî êrişên heyî an jî gengaz biparêze. Teqez e ku kes, kom an jî civakên ku xweparastina xwe, hişmendî û birêxistinbûna xwe pêk neanîne, li hember her cure êrişên li ser mafên xwe yên herî xwezayî bê parastin bimînin, têk biçin an jî ji holê rabin.

Rastiya ku pergalên serwer di roja me ya îro de li dijî kes, kom û civakan her tim êrişan pêk tînin, xweparastina kes, kom an jî civakê neçar dike ku mafê wan ê herî rewa ye.

Xweparastin bi tenê di dema êrişên fîzîkî de çênabe. Êriş dikare fîzîkî be, olî be, çandî be yan jî nîjadî be. An jî dibe ku çîneke serdest hewl bide çîneke biçûktir bixe bin serweriya xwe û bi kar bîne. Ji ber vê yekê xweparastinê li hemberî vê yekê jî pêwîstî bi hişmendiyeke piralî, birêxistinbûn û cihêrengiya argumanên ku wê kes an jî komê biparêze, heye.

ARMANCA CIVAKA KOLE YA KAPÎTALÎZMÊ YA SEDSALA 20'AN

Îro li herêma me (Rojhilata Navîn) blokên avakirina sîstema global tên danîn. Di sedsala 20'an de her cure pêkanînên sîstematîk ên zextdar, totalîter, faşîst bi avakirina xwe di asta herî jor a kedxwariya takekesî û civakî de hebû. Lê belê, îtaeta bêdawî ya mirovê biîrade mijara herî şaş bû ku di sedsala 20'an de sîstema kapîtalîst a global bi afirandina koleyên modern re bêdawîtiya xwe îlan kiribû. Li dijî her cure zext û kedxwariyê di tevahiya sedsala 20’an de li gel zexta çandî, etnîk û çînî, têkoşîna li dijî çîna serdest a li ser bingeha xweparastinê jî îspat kir ku mirov dê serî li ber îteata bêdawî netewînin.

DIJMINAHIYA DOMDAR A LI HEMBER KURDAN

Wek mînak, Komara Tirk ku li ser bingeha neteweperestiya Tirk a etnîk hatiye avakirin, ev sed sal e bê sînor rêbazên asîmîlasyon, komkujî, sirgûn, wêrankirin û desthiladariyê li hember civaka Kurd bi kar tîne. Civaka Kurd  li dijî her cure zext, mêtingerî û êrişên faşîzan bi serhildanên bênavber li ber xwe da û di sedsala 20’an de jî hebûna xwe parast û karî di nava çerxa pergala kapîtalîst de li ser pêyan bimîne.

A girîng ne ew e ku analîza pergala serdest a sedsala 20’an bê kirin; a girîng ew e ku siyaseta dijminahiyê ya netewedewleta Tirk a li hember gelê Kurd bê kirin ku ji sedsala 20’an heta niha didome û îro jî bi awayekî giran tê meşandin.Tiştê ku niha tê kirin, têkiliya xwe bi raboriyê re jî heye û her wiha armanceke wê jî ew e ku siberojê jî bixe bin hikumraniya xwe.

SERHILDANÊN KURDAN BERXWEDANÊN XWEPARASTINÊ NE

Bê guman ne tenê gelê Kurd rastî qirkirin û asîmîlasyonê hatiye. Hem li herêma me hem jî li deverên cuda yên cîhanê gelek netewe, çand, bawerî rastî êrişên bêperwa yên modernîteya kapîtalîst hatin û gelek ji wan ji ber ku li dijî van êrişan nekarîn li ber xwe bidin, tesfiye bûn.

Lê belê li Kurdistanê sedsalên 19 û 20'an rastî êrişên domdar hat. Bi taybetî li Kurdistanê di sedsala 20'an de ev pêvajî gelekî xwîndar bû. Lê belê, tevî her tiştî jî Kurdan xweparastina xwe ya parçebûyî û ne gelekî birêxistinbûyî, domand.

Şêx Seîd, Serhildana Agiriyê, Seyîd Riza, Berzencî, Şikakî, Qazî Mihemed serhildanên li dijî êrişên qirkirinê yên asîmîlasyonê yên li Kurdistanê bi rengekî xwezayî berxwedanên xweparastinê ne. Lê belê ji ber ku têra xwe birêxistinkirî û berfireh nebûn, lewma jî hatin têkbirin.

Di rastiya xwe de ev serhildan ev sed sal e ji bo Kurdan xweparastineke mezin in. PKK tam piştî van berxwedanên xweparastinê derket holê ku li ser vê bingeha meşrû bi pêş ket. Di têkoşîna azadiyê ya bi PKK'ê re, gelê Kurd di dîroka xwe de yekem car karîbû têkoşîneke bi vî rengî ya kompleks bimeşîne û li dijî her şêwe êrişan xweparastineke demdirêj bimeşîne. PKK di esasê xwe de hêza parastina rewa ya herî bingehîn a civaka Kurd e. Civaka Kurd ne tenê bi PKK'ê re ji aliyê fîzîkî ve xwe parast, di heman demê de zane û birêxistinbûyî bû û li dijî her şêwe qirkirin û asîmîlasyonê tê koşiya.

NE TENÊ RÊXISTINEK, LÊ ŞERÊ GEL

Cudahiya herî mezin a PKK'ê ew e ku xwe dispêre hêza xweser a civakî. Di demeke wiha de ku her cure tevgerên çepgir, sosyalîst û azadîxwaz ên neteweyî hewl didan ku li ser bingeha hêza teqez hebûna xwe ava bikin, PKK’ê xwe spart hêza xweser. Hêza xweser ne tenê rêbazek e, di heman demê de rewşa pêbaweriya bi vîna xwe ya azad e. Rêbaza hebûnê ya li gorî nirxên azadiyê ye. Li dijî her cure êrişan, hem herêmî û hem jî di qada global de, tişta sereke ku PKK diparêze, domdar dike û geş dike, li gel hemû zor û zehmetiyan jî, bê guman xweparastin e ku li ser hîmê vê rêgeza hêza xweser hatiye pêşxistin.

Ev rêbaza bingehîn a têkoşîna PKK'ê jî rastiyeke din derxistiye holê ku PKK ji partiyekê zêdetir tevgereke civakî ye. Êdî ne tenê takekes, kom an jî partiyeke e ku parastina xwe dike, lê rastiya têkoşîna hişmend û kollektîf a civakê ye.

AN MÎNA HEV LÊ KIRIN AN JÎ TESFIYE KIRIN

Rastiyeke din ku di rastiya PKK'ê de were analîzkirin jî ew e ku nêzîkatiya sîstema kapîtalîst a global û netewedewletê ya li hember her cure avadanî û rêxistinên girêdayî hêza xweser e. Ji ber ku hêza xweser yek ji aliyên herî bingehîn ên xweparastinê ye.

Çeka herî mezin a modernîteya kapîtalîst bê guman îdeolojiya wê ya lîberal e. Îdeolojiya lîberal di esasê xwe de vê yekê dike; pasîfîze dike, kedî dike da ku bixe pozîsyona ku dikare bi rê ve bibe. Di vê rewşê da du vebijêrkan pêşkêş dike; yan kedî bike û bi rê ve bibe, yan jî wê bi yekcarî tesfiye bike. PKK ku bi hêza xwe hebûna xwe hildibijêre û ji ber vê yekê biryarên bi vîna xwe ya azad dide, her civaka ku dikeviyê, pêbawerî jê re çêdibe û her ku diçe ev yek zêdetir dibe. Ne kedî bûye, ne jî ji derve ve hatiye birêvebirin. Li ser hîmê hêza xweparastina hişmend ev yek kiriye.

JI HUNDIR VE PARÇE BIKE-KONTROL BIKE-BI RÊ VE BIBE

Mîna li Kurdistanê, sîstema global li gelek deverên cîhanê hema hema heman rêbazê bi kar tîne û netewedewletan jî wek nûnerên xwe yên herêmî ne tenê li Kurdistanê, li gelek deverên cîhanê jî heman rêbazan bi kar anîne û encam jê girtiye. Ev rêbaza ku bi saya PKK'ê neserketî bû, bi rêya beşên cuda yên li Kurdistanê hate birêxistinkirin û li dijî PKK'ê jî wek çekeke bibandor hate bicihkirin. Ji bo vê jî hevkar, kom û partiyên di nav civaka Kurd de tu caran kêm nebûne. Lê belê rastiya PKK'ê ku li dijî her cure kedxwarî, mêtingerî, zext, zorî û tundiyê li ber xwe dide, her çendî bi berdêlên mezin be jî ji xeta xwe ya rêgezî tawîz nedaye, xurtbûna civakî hatiye van rojan. Di vê rewşê de jî nokerî dikare wek çeka herî mezin a li dijî xweparastinê bê dîtin.

Rastiya Kurdên azad a ku PKK'ê afirandiye, heta ku ji xeta xwe ya xweparastinê ya li dijî her şêwe êrişan tawîzan nede, dê bizane çawa bijî jî.

Xweparastin li me ferz dike ku hem li hember êrişên heyî hem jî li hember êrişên gengaz tedbîran bigirin, li gorî vê bijîn û xwe amade bikin.