Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle spartin axê. Di merasîmê de 4 şehîd hatin bibîranîn.

Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn
Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn
Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn
Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn
Li Kobanê cenazeyê şehîdekî hate veşartin û 4 şehîdan hatin bibîranîn
30 tebax, 2021   17:16
KOBANÊ

Cenazeya şervanê QSD`ê Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) ê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû  li bajarê Hesekê gihaşt asta şehadetê ji aliyê seden kesî ve li goristana Şehîd Dicle hate veşartin.

/ar/uploads/files/2021/08/30/163045_kob-sehid-28529.webp

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa PYD`ê ya herêma Firatê Mistefa Ezîz axivî û got: "Gelê Kurd di oxira bidestxistina azadiya xwe û azadiya ya gelê herêmê berdêlên giran da û hîn jî ji bo li tevahiya herêmê jiyaneke azad û demokrat misoger bibe berdêlan didin."

Mistefa Ezîz da zanîn ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berdewam dikin û got, ev jî isbat dike ku şerê fikirê biratiya gelan dike, ji lew re li her deverê û bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd dike.

/ar/uploads/files/2021/08/30/163059_kob-sehid-28729.webp

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Navçeya Qenaya Sûad Elî Demir jî axivî, destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Qonaxa ku gelê me tê re derbas dibe pir girîng e, ji ber ku dijmin li ku derê ve bi hemû rêbazan şerê Kurdan dike, heta şerê taybet jî da meşandin."

Sûad Elî Demir soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftin û têkbirina dagirkeriyê da.

Piştre Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 4 şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Navên şehîdan wiha ne; Naz Şêx Ebdî (Destan Fîras Kobanê) li Metîna şehîd bû, Mihemed Duderis (Baran Barî) li Avaşîn şehîd bû, Mistefa Hesen (Ferman) ku li Botanê şehîd bû û Mahir Mihemed (Zinar Firat) ku 2014`an li girê Sêfê yê başûrê Kobanê şehîd bû.

Di dawiyê de şehîd Ehmed Muslim (Qehreman Kobanê) li goristana şehîd Dicle hate veşartin.

(eh)

ANHA