Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Heftanînê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sûîqestê ya li herêma Heftanînê pêk hatî weşand ku di encamê de dagirkerek hate kuştin.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Heftanînê weşand
30 tebax, 2021   07:46
ءNAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

21'ê Gulanê saet di 23:00 de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîne yê li herêma Heftanînê, bi çekên termal çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Di vê çalakiyê de bi rengekî tespîtkirî, dagirkerek hate kuştin."