Dagirkeran 2 jinên ciwan ji navçeya Racoyê revand

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihand ku komeke çeteyên artêşa Tirk 2 jinên ciwan ên şêniyên gundê Bedîna yê girêdayî navçeya Racoyê, revandin.

Dagirkeran 2 jinên ciwan ji navçeya Racoyê revand
30 tebax, 2021   07:47
ŞEHBA

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî, Muhamed El-Fatih û El-Muntasir Billah, ji gundê Badîna yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê bi tawanên ne rast 2 jinên ciwan, revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên her du jinên ciwan wiha ne: Hêvîn Abdîn Xerîbo(20) û Lîna Zekeriya Îbiş (22) in ku hevjîna welatiyê bi navê Berhom Beko ye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyan piştî ku 2 hezar dolar wergirtine, Hêvîn Abdîn serbest ber daye. Her wiha çavkaniyan piştrast kir ku dema çeteyan ser malên gundê Mamilayê de girtin, ji bo ku Lîna Îbiş bigirin, Lîna direve lê çeteyan gule lê direşînin û Lîna diçe gundê Badînayê.

Heman çavkanî piştrast kir ku çeteyan careke din girt ser gundê Badîna û Lîna Îbiş li pêşiya çavên niştecihên gund, revand.

(bx)

ANHA