Li Kobanê jinek û hevjînê wê hatin kuştin

Vê sibê li Kobanê li taxa Botan Şerqî cenazeyên zilamekî û hevjîna wî di mala wan de kuştî hatin dîtin.

Li Kobanê jinek û hevjînê wê hatin kuştin
30 tebax, 2021   07:13
KOBANÊ

Nûçegihanê me ragihand ku bûyer piştî nîvê şeva duh pêk hatiye.

Li gorî agahiyan, navên kesên hatine kuştin wiha ne: Rûken Hisên (25) û hevjînê wê Esaf Ebas (32).

Her wiha zarokekî wan ê 6 salî jî birîndar bûye ku niha li nexweşxaneyeke Kobanê tê dermankirin.

Şêniyên taxa Botan Şerqî gotin li ser cenazeyê wan birîn hene û diyar dibe ku bi alavên tûj hatine kuştin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaşt cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.

Tê gotin ku Ebas Esaf dikaneke wî ya diravan heye.

(şx)

ANHA