​​​​​​​Rûspiyên Helebê: Xweparastin erka hemû sûriyan e

Rûspiyên bajarê Helebê da zanîn ku erka xweparastinê erkekî hemû sûriyan e. Di heman demê de destnîşan kir ku bingeh û stûna civaka demokratîk yekitiya pêkhateyan e.

​​​​​​​Rûspiyên Helebê: Xweparastin erka hemû sûriyan e
30 tebax, 2021   00:46
HELEB-MIHEMED EBDO

Rêgeza xweparastinê yek ji hêmanên sereke ye ku hişt Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi ser bikeve û QSD`ê ava bibe ku tê de Kurd, Ereb û Suryan hene.

Li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê, xweparastin û şerê gel ê şoreşgerî yê xwe dispêre yekitiya pêkhateyan derket pêş.

ꞌXWEPARASTIN ERKEKÎ PÎROZ Eꞌ

/kr/uploads/files/2021/08/29/184111_-2.webp

Rûspiyekî Al El-Hesen ê Helebê Şêx Elî Hesen axivî û îşaret bi xweparastinê kir û got: "Erka xweparastinê mafekî pîroz e û di pirtûkên pîroz de hatiye bibîrxistin."

Hesen ev li gotina xwe zêde kir: "Parastina bi armanca rakirina zilimê û parastina erd, rûmet û welat dikeve çarçoveya xweparastinê. Bi wê re xweparastin girîng e. Ji ber ku rê li pêşiya belavbûna gendelî, kaos û talankirina xakê digire ku dewletên dagirker hewl didin xakê dagir bikin."

Hesen îşaret bi girîngiya neteweya demokratîk kir û wiha pê de çû: "Neteweya demokratîk sîwana tevahî pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Asûr, Suryan û hwd."

Di dawiyê de Hesen ev tişt got: "Hevgirtina pêkhateyan  girîng e da ku li hemberî destwerdanên derve bisekinin û sînorekî ji berjewendiyên dewleta Tirk re deynin ku xaka Sûriyê dagir dike. Di heman demê de ev yek ji bo avakirina welatekî demokrat pêwîst e, da ku cudabûn û nijadperestî tê de tune be û dagirkeran ji welatê xwe derxin."

ꞌCIVAKA DEMOKRATÎK LI SER BINGEHA YEKITIYA PÊKHATEYAN HATIYE AVAKIRINꞌ

/kr/uploads/files/2021/08/29/184133_-.webp

Endama Saziya Karûbarên Olî û yek ji rûspiyên bajarê Helebê Mûna Xalid Qoçe behsa pros an jî erêniyên yekitiyê di navbera pêkhateyan de kir û got: "Divê ev proje were berdewamkirin da ku destkeftî werin parastin û civakeke demokratîk were avakirin."

Mûna Xalid Qoçe ev li gotina xwe zêde kir: "Divê em hevgirtî bin da ku li hemberî berjewendiyên dewleta Tirk ên dagirkirina xakê û talankirina çandê bisekinin û kevneşopiyên civakê biparêzin."

Mûna Xalid Qoçe da zanîn ku azadiya civakê û demokratîbûna wê bi hevgirtinê misoger dibe û bi xwe re dawî li planên dewleta Tirk ên topbarankirina sivîlan jî tîne.

Endama Saziya Karûbarên Olî û yek ji rûspiyên Helebê  Mûna Xalid Qoçe di dawiyê de bang li pêkhateyên sûrî kir ku piştgiriya projeya erka xweparastinê bikin, ji ser doza xwe venegerin,    jiyaneke hevbeş bijîn û neteweya demokratîk biparêzin.

(eh)

ANHA