Di Tebaxê de lîreya sûrî careke din li hemberî dolar daket

Di meha Tebaxê de nirxê lîreya sûrî bi awayekî ber bi çav li hember pereyên biyanî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de daket û ji ber wê jî piraniya kelûpelan û madeyên xwarinê buha bûn.

Di Tebaxê de lîreya sûrî careke din li hemberî dolar daket
29 tebax, 2021   13:00
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di meha Tebaxê de nirxê lîreya sûrî bi awayekî ber bi çav li hember pereyên biyanî bi bin ket. Di destpêka mehê de her yek dolar bi 3 hezar û 285 lîreyên Sûrî bû û di 28`ê Tebaxê de bû nêzî 3 hezar û 425 lîreyan. Bi vê yekê re buhayê kelûpelan û madeyên xwarinê jî bilind bû.

 Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku rewşa welatiyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de, dijwar e.

Welatiyê bi navê (E.Ş) ku ji bajarê Hemayê ye ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê re der barê zehmetiyên di peydakirina pêdiviyên rojane de axivî û got ew debara xwe bi hin pereyên ku xizmên wî yên li derveyî Sûriyê jêre dişînin, dike. Her wiha destnîşan kir ku ew zehmetiyan di peydakirina pêwîstiyên rojane dibîne û ev yek jî ji ber buhabûna kelûpelan.

Welatî diyar kir ku heger kesek ji malbata wî nexweş dikeve ew nikare lêçûnên dermankirinê peyda bike. Welatî anî ziman ku rojane gelek madeyên sereke û girîng weke nan û sebze ji wan re pêwîst in, lê tenê ew yên erzan dikire û di gelek rojan de tenê debara xwe bi hin madeyên sivik dike.

Çalakvan û rojnamevan (M.A) jî got, rewşa aborî li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de gelekî paş de çûye, ev yek bû sedem ku li ser medyaya dijîtal gel hêrs bibe.

(bx)