Li nêzî balafirgeha Kabulê teqîneke mezin

Dezgehên çapemeniyê daxuyand ku dengê teqîneke mezin li nêzî balafirgeha Hamid Karzai ya navneteweyî ya li paytexta Efganistanê Kabulê hat.

Li nêzî balafirgeha Kabulê teqîneke mezin
29 tebax, 2021   13:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê da zanîn ku li nêzî balafirgeha Hamid Karzai ya patexta Efganistanê Kabulê dengê teqîneke mezin hat. Her wiha li ser tevnên civakî dîmenê dûmanê ji cihê teqînê hat belavkirin.

Li aliyekî din jî ajansa Novostî ya rûsî, sedema teqînê êrişa bi mûşekan e.

Heta niha tu hûrgiliyên li ser teqînê yan jî zirarên çêbûne nehatin eşkerekirin.

(fr)