Dagirkeriya Tirk li Girê Spî zarokek revand

Çavkaniyekî herêmî ji Girê Spî ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê zarokekî 10 salî ji bajarokê Hemam Tirkman, revand.

Dagirkeriya Tirk li Girê Spî zarokek revand
29 tebax, 2021   08:43
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkanî, şevê din artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî mala welatiyê bi navê Mihemed El-Dehiş ê ji eşîrê Elbo Raşid a li bajarokê Hemam Tirkman kir û zarokê wî yê 10 salî revand.

Çavkanî destnîşan kir ku zarok bi keviran li hemberî çeteyan li ber xwe da.

Heta niha çarenûsa zarokê ku hatiye revandin, nayê zanîn.

(dm)

ANHA