Ezab El-Ebûd: Projeya Rêveberiya Xweser modela jiyana hevbeş e

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye û modela jiyana hevbeş, edaleta civakî û demokrasiyê ye.

Ezab El-Ebûd: Projeya Rêveberiya Xweser modela jiyana hevbeş e
29 tebax, 2021   03:06
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêbazên cûda bi kar tîne. Ji wan rêbazan; şerê aborî, taybet, leşkerî, çapemenî û derxistina fîtneyan di nava pêkhateyên herêmê de.

Têkildarî vê yekê, Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, dewleta Tirk ji dema hilweşîna împratoriya Osmanî ya mêtînger ve hewl dide serweriya xwe ji nû ve vegerîne û ji bo ku vê yekê pêk bîne tevahî rê û rêbazan bi kar tîne.

Ezab El-Ebûd wiha gotina xwe berdewam kir: "Dewleta Tirk gelek rêbaz bi kar anîn da ku krîzan li dewletên herêmê derxîne, her wiha gelek rewşên hundir li her herêmeke bi kar anî û bi rêya komên çete, di serî de jî rêxistina DAIŞ’ê ya teror fînanse kir."

Li ser rola dewleta Tirk di Sûriyê de Ezab El-Ebûd da zanîn ku dewleta Tirk sûcên herî hovane li dijî sivîlan pêk tîne, demografiya herêmê diguhere, şêniyên resen bi darê zorê koçber dike, cihên dîrokî wêran dike da ku şaristaniya herêmê biçewisîne û herêmê tev li xaka xwe bike.

‛DEWLETA TIRK DIXWAZE HERÊM DI REWŞEKE BÊARAMÎ Û KRÎZÊ DE BIMÎNE’

Ezab El-Ebûd di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê û serketina projeya neteweya demokratîk para bajarê Minbicê ji vê projeyê ya herî mezin bû û got: "Ji ber ku Minbic xwedî girîngiyeke siyasî ye û bû deriyê serkeftinên li dijî terorê. Li hember van serkeftinan dewleta Tirk jî dixweze ev herêm di rewşeke bêaramî û krîzan de bimînin."

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê diyar kir ku ji ber van serkeftinan, dewleta Tirk xeta sînor a bi herêmên dagirkirî re topbaran dike, girîngiya êrişên xwe daye ser gundewarên bakur û rojavayê Minbicê, Eyn Îsa û Til Temir û tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hedefa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ne ne, armanc ji van êrişan têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Ezab El-Ebûd da zanîn ku projeya neteweya demokratîk bû modela jiyana hevbeş, edaleta civakî û demokrasiyê û ev tişt got: "Dewleta Tirk qebûl nake ku dengê demokrasiyê li herêmê bilind bibe, lew ra hewl dide tevahî projeyên rizgariyê bêdeng bike. Ji bo vê jî tevahî dezgehên çapemeniyê dixe dorê, rastiyan berovajî dike, QSD’ê reş dike. Lê li beramber van sûcan rêxistinên mafên mirovan û NY’yê bê deng in. Li gel hemû êrişan ava çemên Firat û Dicle li ser Sûriyê û Iraqê qut kiriye."

Ezab El-Ebûd îşaret pê kir ku pêwîst e Rêveberiya Xweser piştevaniya siyasî werbigire û were naskirin, her wiha beşdarî hemû civînên navneteweyî de yên bi mijara çareserkirina aloziya Sûriyê were kirin.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab El-Ebûd wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê Rêveberiya Xweser were naskirin, ji ber  ku di yekitiya gelên herêmê, pêkanîna ewlehî û jiyana birûmet de gelek destkeftiyên bi dest xistin. Ev proje çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye."

(fr)

ANHA