​​​​​​​Serokê Meclisa Gel a Asûrî: Ferq di navbera êrişên niha û yên 2015 û 1915'an de nîne

Serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas bang li gelê asûrî, suryan û kildanî kir ku parastina gundên asûriyan bikin û got, êrişên niha yên dewleta Tirk û komkujiyên sala 2015 û 1915'an ji hev ne cuda ne.

​​​​​​​Serokê Meclisa Gel a Asûrî: Ferq di navbera êrişên niha û yên 2015 û 1915'an de nîne
28 tebax, 2021   23:38
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên navçeya Til Temirê zêdekirin, bi taybet gundên asûriyan bi çekên giran topbaran kirin. Ji ber êrişeke pêleke koçberiyê ji gundên asûriyan mîna koçberiya sala 2015'an a dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê de çêbû.

Girêdayî mijarê serokê Meclisa Gel a Asûriyan a Herêma Cizîrê Îlyas Enter Îlyas got: "Êrişên dawî yên li ser gundên me seferberlika sala 1915'an anî bîra me, dema ku împratoriya Osmanî êrişî me kir û me ji Colemêrg koçber kir, piştre li Ûrmiyê û heta Iraqê da pey me. Niha em li Sûriyê ne û dîrok xwe dûbare dike."

Li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk Îlyas wiha got: "Heya kengî hûn ê êrişê me bikin, ma wêraniyê ku we li bajarên Sûriyê ji Efrîn heya Cerablus û tevahî herêmên dagirkirî pêk anî ne bes in. Bihêlin ku em bi aramî û aştî bi gelên xwe yên mayîn li gundên ewle bijîn. Niştecihên van gundên jî hindik mane, ji ber ku dewleta Tirk ew dan koçberkirin."

'FERQ DI NAVBERA YÊN NIHA ÊRIŞÎ ME DIKE Û DAIŞ'Ê DE NÎNE'

Îlyas Enter Îlyas bi domdarî got: "Yên ku niha êrişî gund û herêmên me dikin heman kesên ên ku sala 2015'an êrişî me kirin, ji DAIŞ'ê ne cûda ne, ji ber ku me koçber dikin û gundên me wêran dikin."

Îlyas piştgiriya xwe bi hêzên xwe yên parastinê re nîşan da û wiha pê de çû: "Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne û em piştgiriya wan di parastina herêmê de dikin. Her wiha em bi birayên xwe yên pêkhateyên din ên li ser vê ardî re ne. Em amade ne şerê hemû kesên ku êrişî me dikin, bikin."

Serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas bang li tevahî cîhanê û gelê asûrî, suryanî kildanî kir "Erka xwe ya neteweyî û niştimanî pêk bînin, gelê me yê maye biparêzin da ku em li gundên xwe jiyana xwe bidomînin û rewşa gund vegere mîna berê."

ANHA