Fransa û Brîtanyayê pêşniyara avakirina herêmeke ewle li Kabulê kir

Serokê Fransayê ragihand ku welatê wî û Brîtanyayê roja duşemê dê ji NY`yî re pêşniyara avakirina herêma ewle li Kabulê, bikin.

Fransa û Brîtanyayê pêşniyara avakirina herêmeke ewle li Kabulê kir
29 tebax, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyaniya ku ji aliyê rojnameya Journal du Dimanche ya fransî ve hate weşandin de wiha got: "Ev tiştekî pir girîng e. Ev yek dê bihêle ku NY`yî di rewşa awarte de xebatên xwe pêk bîne. Herêma ewle wê derfetê bide kesên ku dixwazin ji Efganistanê derkevin."

Macron destnîşan kir ku herêma ewle dê beriya her tiştî derfetê bide civaka navneteweyî da ku zexta li dijî Talîban ku serdestiya Efganistanê dike, dewam bike.

Her 5 dewletên endam di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî de "Fransa, Birîtaniya, DYA, Rûsya, Çîn" roja duşemê dê ji bo nîqaşkirina rewşa Efganistanê bicivin.

 (bx)