​​​​​​​Li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê hate kirin

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî got, hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misogeriya parastina destkeftiyên şoreşê û xakê ji dewleta Tirk a dagirker e.

​​​​​​​Li dijî êrişên dagirkeriyê banga hevgirtinê hate kirin
29 tebax, 2021   00:46
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê kirin û nexweşxaneyek kir hedef, di encamê de gelek sivîl şehîd bûn. Her wiha êrişî Til Temir û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, bi wê re wendahiyên canî û madî çêbûn.

Girêdayî vê yekê, Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî Îbrahîm El-Xelîl da zanîn ku rêjîma Tirk û çeteyên wê ji mijûlbûna cîhanê bi Efganistan û El-Qaîde sûdê digire û êrişan pêk tîne.

Îbrahîm El-Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk van rewşan bi kar tîne û êrişên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet Til Temir û Zirganê û di encamê de ziyanên madî çêbûn û gelek sivîl şehîd bûn. El-Xelîl wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker siyaseteke hovane dimeşîne, sivîl û navendên tenduristiyê hedef digire. Ev yek jî bi hevkariya aliyên navneteweyî pêk tê, bi taybet Rûsya ku qaşo li herêmê garantor e."

El-Xelîl diyar kir ku ew pişta xwe nadin tu dewletekê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me gelek caran bang li dewletan kir ku van êriş û sûcên li dijî sivîlan, rawestînin lê bê encam bû. Ji lew re em pişta xwe bi QSD’ê xurt dikin, ya ku xaka me ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir. Li gel wê jî divê şêniyên herêmê ji Ereb, Kurd û Suryan li hember projeya terorê ya faşîzima Tirk û çeteyên wê hevgirtî bin."

(fr)

ANHA