ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-08-2021
28 tebax, 2021   23:00

-Komîteya Wêjeyê  ya Rojavayê Kurdistanê 1’emîn konferansa xwe li hola Efrîn a Qamişlo li dar dixe, saet di 10:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Serokê Meclisa Gel a Asûrî Îlyas Enter Îlyas bang li gelê asûrî, suryan û kildanî kir ku parastina gundên asûriyan bikin û got, êrişên niha yên dewleta Tirk û komkujiyên sala 2015 û 1915'an ji hev ne cuda ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Endamên Kongreya Star û TEV-DEM’ê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku her ku asta têkoşîn û berxwedana gelan bilind dibe, dewleta Tirk tecrîdê girantir dike, lewra divê gel li hemberî hêzên hegamon ku dixwazin şoreşa gelan têk bibin, berxwedana xwe geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhartin a Demokratîk got, hevgirtina pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misogeriya parastina destkeftiyên şoreşê û xakê ji hember dagirkeriya Tirk e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbic û Gundewarên wê Ezab El-Ebûd got, projeya Rêveberiya Xweser çareseriya yekane ji aloziya Sûriyê re ye û modela jiyana hevbeş, edaleta civakî û demokrasiyê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

PANORAMA

- Li parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê tevgereke siyasî û civakî heye û hemwextî vê yekê tê payîn ku li Derayê rageşiyek çêbibe. Di heman demê de teqînên li balafirgeha Kabulê aloziya Efganistanê dijwartir kir, li aliyekî din aloziya avakirina hikumeta Lubnanê hîn jî berdewam dike.

ANALÎZ

- Armanca me ya bingehîn ew e ku em karibin di pêvajoya şekilgirtina mirov ji aliyê civakî ve û rol û rewşa azadiyê di wê demê de çi bû, fêm bikin.

JIN

- Jinên bajarên Reqa û Dêrazorê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca têkbirina destkeftiyên herêmê pêk tên û ev jî bi erêkirina navneteweyî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li ser hesabê xwe, şêniyê bi navê Ebdulcebar Tay ê ji Dêrikê hewl dide bi rêya gelek projeyan herêma Siwêdîk a tûrizmî ya li gundewarê bajêr bedew bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA