Balafirên Rûsyayê çiyayê Zawiye bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê gundê Barê yê li çiyayê Zawiye bombebaran kir. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê hin herêmên li çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê çiyayê Zawiye bombebaran kir
28 tebax, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê 3 êriş li dijî gundê Barê yê li çiyayê Zawiyê pêk anîn.

Her wiha li gel êrişên hewayî yên balafirên Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê hin deverên li çiyayê Zawiye topbaran kirin.

(dm)