Rêxistina Efûyê bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser Derayê bi dawî bike

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumeta Şamê kir ku rê bide ku alîkarî derbasî Derayê bibe.

Rêxistina Efûyê bang li hikumeta Şamê kir ku dorpêça li ser Derayê bi dawî bike
28 tebax, 2021   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li hikumeta Şamê kir ku yekser rê bide ku alîkariyên mirovî derbasî herêmên di bin kontrola opozîsyonê de yên li başûrê Derayê bibin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku xwarin li Dera El-Beled ku di bin kontrola opozîsyonê de ye û ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatiye dorpêçkirin, kêm e.

Lêkolînera Rêxistina Efûyê Diyana Seman got divê hikumeta Şamê dorpêçê bi dawî bike da ku rêxistinên mirovî derbasî parêzgehê bibin û birîndar û nexweşan derxin.

Nivîsgeha Alîkariyên Mirovî ya NY`yê (OCHA) roja sêşemê diyar kiribû ku 38 hezar û 600 kes ku nîvê wan zarok in, ji Derayê revîne. Rêxistinê diyar kir ku piştî ku hikumeta Şamê rê da ku şênî ji herêmê derkevin, koçberiyê dest pê kir lê hîna derdora 20 hezar kes li bajêr in û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

(şx)