Şêniyên Girê Spî ji ber zehmetiya peydakirina sotemeniyê bêzar bûne

Çavkaniyên ji gundewarên Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku şêniyên herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji ber bihabûna sotemeniyê û nepeydakirina wê bêzar bûne.

Şêniyên Girê Spî ji ber zehmetiya peydakirina sotemeniyê bêzar bûne
28 tebax, 2021   09:12
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyên herêmî, bihabuna sotemeniyê dibe sedem ku buhayên madeyên bingehîn wekî nan bihatir bibin û her tûrek nan bûye 2 hezar lîreyên Sûriyê.

Çavkanian diyar kir ku qaşo meclisa herêmî beriya çend rojan biryar da ku nirxê her lîtreyek mazot bi 5.25 lîreyên Tirk be anku 2 hezar û 100 lîreyê Sûriyê. Vê yekê azarên welatiyan zêdedir kir, ji ber ku mazot tenê li stasyonekê ku ew jî ya xizmê berpirsên meclisa herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk e, tê firotin.

Çavkanî anî ziman ku bihabûna sotemeniyê bandoreke mezin li çandiniyê kir.

Her wiha li herêmên dagirkirî, buhayê her bermîleke mazotê zêdetirî 400 hezar lîre ye.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di Cotmeha 2019'an de Girê Spî û Serêkaniyê dagir kiribûn. Her wiha ji wê demê de tevlîhevî li herêmê hene.

(dm)

ANHA