Lûtkeya Bexdayê îro dest pê dike

Lûtkeya Bexdayê ya dewletên cîran îro dest pê dike. Serokên gelek dewletan, di nav de serokê Fransayê, qralê Urdunê, serokê Misirê û serokwezîrên Îmarat û Kiwêtê û wezîrên karên derve yên gelek dewletan tev lê dibin.

Lûtkeya Bexdayê îro dest pê dike
28 tebax, 2021   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Iraqê gelek wezîr û serokên dewletên Ereban û yên Ewropayê di Lûtkeya Bexdayê ya Hevkariyê de li hev dicivin. Dê gelek mijarên siyasî yên têkildarî Iraqê û herêmê werin nîqaşkirin.

Aliyên siyasî yên li dijî serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û nêzî Îranê ne, hewl dan girîngiya civînê bêyî beşdarbûna hikumeta Şamê kêm bikin.

Her wiha rayedarekî iraqî eşkere kir ku di civînê de dê ewlehiya Iraqê, serdestiya wê û rêgirtina li pêşiya mudaxeleyên hundirîn û derve mijarên sereke bin.

Têkildarî heman mijarê, serokê Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha El-Mustansiriye ya Bexdayê Dr. Xalid Ebdulîlah ji rojnameya Şerq El-Ewsat re axivî û got: “Iraq bi rêya vê civînê di rastiyê de gava yekemîn ber bi vegerandina cihê xwe yê di cîhana erebî û îslamî de avêt, piştî ku di sala 1990'an de bi temamî ji dest dabû.”  

 (şx)