Hêzên hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê, taxên Dera El-Beled topbaran kirin. Her wiha şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de li eniyên Munşiye yên Dera El-Beled derket.

Hêzên hikumeta Şamê Dera El-Beled topbaran kir
28 tebax, 2021   08:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) duh piştî nîvê şevê hêzên hikumeta Şamê taxên Dera El-Beled topbaran kirin.

Her wiha li eniyên Munşiye yên Dera El-Beled di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de şer derket û hemwextî wê balafirên keşfê li asîmanê herêmê firiyan.

Duh bi şev hemwextî topbarana hêzên hikumeta Şamê ya li ser deşta li dora herêma Rey a rojavayê Derayê ya di navbera bajarokên Mizerîb û Yadûde de, bi çekên giran li eniya Keziyê ya herêma Munşiyê ya Dera El-Beled di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de şer derket.

(dm)