Li gel dorpêçê şênî berê xwe didin sîstema enerjiya tavê

Li gel dorpêça domar şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek çareseriyeke alternatîf enerjiya tavê bi kar tînin. Tevî ku ji hawîrdorê re baş e, lê nirxê wê biha ye.

 Li gel dorpêçê şênî berê xwe didin sîstema enerjiya tavê
28 tebax, 2021   07:39
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir ku turbînên kehrebeyê yên bendavên Rojava, Koban û Firatê yên li Tebqayê dide xebitandin, saetên dayîna kehrebyê li herêmê kêm bûn.

Bi vê rewşê re şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li çareseriyên din geriyan da ku kehrebeyê peyda bikin.

Gelek şêniyên herêmê ji ber lêçûna zêde ya ambîran ku bi nirxa dolarê ve girêdayî ye û li şûna bikaranîna jeneratoran pergala enerjiya tavê bi kar tînin.

ENERJIYA TAVÊ Û DERXISTINA KEHREBEYÊ

Di sîstema enerjiya tavê de kehrebe bi rêya teknolojiya voltaronahî tê hilberandin. Ev teknolojî germahiya tavê dikişîne û vediguhêzîne kehrebeyê. Piştra wê enerjiyê di betariyên mezin de kom dike ku wek jêdereke kehrebeyê tên bikaranîn.

Enerjiya tavê ji girîngtirîn jêderên enerjiya bêdawî ye ku hawîrdorê diparêze berovajî jêderên din mîna kumir, petrol û gaza xwezayê ku bi derxistina wê re gazên bijehr derdikevin, tebeqeyên hawayê qirêj dikin û qulika Ozonê firehtir dikin.

Li gorî raporeke dawî ya pisporên hawîrdorê yên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi nêzîkbûna 2030`yan re dibe ku germahiya erdê bi rêjeya 1.5 derece zêdetir bibe. Pisporan piştrast kir ku mirovahî bi giştî di vî warî de berpirs e. Sekreterê giştî yê NY`yê got rapor ji bo mirovahiyê nîşaneya xeteriyê ye.

Enerjiya tavê alaveke erênî ya pêkanîna guhertine ye. Bikaranîna wê rê li pêşiya derxistina 7, 727 kîlogram karbondîoksîd digire.

ENERJIYEKE PAQIJ E

Şêniyê bi navê Azad Celal ji Dirbêsiyê ye ku tabloyên enerjiya tavê li ser banê mala xwe bi cih kiriye got: “Ev enerjî paqij e û nû dibe. Berovajî jeneratoran ku pêwîstiya wan her tim bi sererastkirina biha heye. Li rex dengê wê yê nexweş divê rojane mazot jê re were peydakirin. Jenerator hawîrdorê qirêj dikin”.

Celal ji gelek mehan ve vê sîstemê bi kar tîne bi taybet piştî ku saetên dayîna kehrebeyê zêde bûn. Têkildarî wê got: “Niha havîn e û em kehrebeyê pir bi kar tînin.”

Girêdayî sûdên vê sîstemê Celal ev yek daxuyand: “Ev sîstem xwedî sûdeke mezin e. Pêdiviyên me ji kehrebeyê peyda dike bi taybet di saetên sibehê de. Lê di êvarê de neyîneke wê heye ku em tenê dikarin wê ji bo ronîkirinê bi kar bînin. Her wiha lêçûna kirîna wê pir biha ye. Ruxmî wê jî em ji pirsgirêkên di jeneratoran de derdiketin xilas bûn. Lêçûna bicihkirina tabloyên enerjiya tavê ku 6 embîran dide derdora hezar û 200 dolar e yanî 4 milyon lîreyî ye.”

Lê ruxmî van neyîniyan jî Celal bang li şêniyan kir ku vê sîstemê bi kar bînin û ji pirsgirêka kehrebeyê xilas bibin.

GELEK KES VÊ SÎSTEMÊ DIREKBÎNIN

Hisên Seydo Derwîş xwediyê dikaneke frotina tabloyên enerjiya tavê ye got: “Îsal hejmara kesên vê sîstemê kirine zêde bû. Ji ber ku kehrebe pir qut dibe û saetên dayîna wê jî kêm bûne.”

Derwîş diyar kir ku ev sîstem gelek baş e û pêwîstiya wê bi eleqedariyeke zêde tune ye û şîret li şêniyan kir ku bi awayekî rêkûpêk li gorî embêran vê sîstemê bi kar bînin.

Derwîş îşaret pê kir ku tabloyên enerjiya tavê sibê ji saet 7:00`an heta 4:00`an berêvarê baş kehrebeyê didin û li gorî hejmara tabloyan pêdiviyên malê bi giştî peyda dikin û wiha berdewam kir: “Ev sîstem sibehan dikare bibe alternatîfê kehrebeyê.”

Piştî saet 4:00`an berêvarê divê kehrebe bi awayekî birêxistinkirî were bikaranîn da ku bi êvarê bi awayekî baş sûd jê were girtin.

Têkildarî rûbera pêwîst a bicihkirina tabloyan, Hisên Derwîş got: “Rûbereke ewqas fireh naxwaze. Mirov dikare talobiyên xwedî hilberandineke zêdetir bi cih bike yanî dikare li şûna tabloyên ku embîrekê derdixin tabloyên 2 embîrî bi cih bikin.”

Li gorî Derwîş nirxa tabloyên vê sîstemê li gorî cureya wê cuda ye. Yanî nirxa tabloyên nîvşaneyî ku dirêjahiya wê 2 metre ne sed û 10 dolar e. Tabloyên ewropî yên berê hatine bikaranîn bi 55-45 dolarî ye. Tabloyên vietnamî yên ku berê hatine bikaranîn bi 85 dolarî ye û temenê bikaranîn tabloyan di navbera 15 heta 20 sal de ye.

RÊVEBERIYA XWESER GIRÎNGIYÊ DIDE PROJEYÊN SÎSTEMA ENERJIYA TAVÊ

Hevserokê Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem diyar kir ku projeyên sîstema enerjiya tavê li herêmê nû ne. Her wiha destnîşan kir ku hemû cîhanê berê xwe daye bikaranîna vê sîstemê.

Rustem destnîşan kir ku hawîrdora Sûriyê ji bo bikaranîna vê sîstemê guncaw e û wiha domand: “Li Sûriyê havîn ji zivistanê dirêjtir e ku 8 mehan in û pileyên germahiyê tê de zêde ne. Li rex wê jî li herêmê rûbera ji bo pêkanîna projeyê pêwîst e peyda dibe.” 

Rustem daxuyand ku projeyên enerjiyê li herêmê hene lê biçûk in û got: “Em mîna van projeyan li saziyan û sivîlan ve teşwîq dikin.”

Girêdayî karîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku projeyên derxistina kehrebeyê bi rêya enerjiya tavê pêk bîne, Rustem wiha domand: “Ji ber ku pêwîstiya mîna van projeyan bi amûrên taybet hene ku li herêmê peyda nabin û ji ber ku tecurbeyên me di vî warî de tune ne, niha em nikarin mîna van projeyan pêk bînin. Dorpêça li ser herêmê jî bandorê li vê yekê dike.”

Ziyad Rustem hêvî kir ku li herêmê kargehên çêkirina tabloyên enerjiya tavê werin vekirin da ku qeydên li ser anîna wan tabloyan ji derve sivik bibin û ji mijara dolarê xilas bibin.

Her wiha Rustem pêşniyar kir ku belêndar (mutehêd) enerjiya tavê li ser avahiyan bi cih bikin yan jî li şûna mermerê tabloyên enerjiyê bi kar bînin.

Lê ev pêşniyar nirxa avahiyan zêde dike, tevî ku bikaranîna enerjiya tavê di malan de wesîleyek kêmkirina lêçûnan e.

CÎHANÊ BERÊ XWE DAYE ENERJIYA TAVÊ

Mamosteyê aboriya tavê ya zanîngeha Vietnamê û pirsporê sînaryoyên enerjiya cîhanî Christian Breyer got: “Êdî lêçûna derxistina kehrebeyê bi rêya sîstema enerjiya tavê di sûka kehrebeyê de kêm bûye. Bi vê yekê mirov dikare ji stasyonên kehrebeyê yên din xilas bibe.”

Breyer destnîşan kir ku wê sala bê, ev war geştir bibe. Wê avakirina avahiyên derxistina kehrebeyê bi rêya sîstema tavê her sal bi rêjeya ji sedî 5 û 10 kêmtir bibe û pê re lêçûna betariyê jî kêm bibe. Christian Breyer piştrast kir ku wê di nîva din a vê serdemê de guhertinên mezin di sûka kehrebeyê de çêbibin, dê stastyonên derxistina kehrebeyê bi betariyan hebin, dê beşên mezin ên sûka kehrebeyê kontrol bikin û ev yek dê rewşa stasyonên derxistina enerjiya alternatîf girêktir bike.

Breyer tevî 40 lêkolînerên warê eneriya tavê di kovara zanyarî de diyar kirin ku di çend salên bê de wê hilberandina enerjiya tavê bilez mezin bibe û dê cîhan sîstema enerjiyê ya cîhanê biguherîne. Her wiha gotin niha tabloyên enerjiya tavê yên li ser banan û avahiyan ji sedî 3 pêwîstiya cîhanê ya ji kehrebeyê derdixin lê ev rêje di 2030`î de dê bigihêje ji sedî 35.

Neyîniyên vê sîstemê tenê di lêçûna wê ya zêde û depokirina enerjiyê de ye. Ew yek ji jêdara enerjiyê ya qutequt e ji ber ku bê betarî tenê di saetên sibê de kehrebeyê dide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ryazjB3vACI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>