Hejîrên hişkirî mîraseke kevnar û sûdwer e

Li herêma Cizîrê hişkirina hejîran yek ji kevntirîn rêbazên qût e û ji bo tenduristiyê gelek faydeya wê heye. Hîna jî gelek malbat vî rêbazê hişkirina Hejîran diparêze.

Hejîrên hişkirî mîraseke kevnar û sûdwer e
28 tebax, 2021   07:49
QAMIŞLO -  RÊNAS  REMO

Mal û baxçeyên navçeya Tirbespiyê bêyî dara hejîran tune ye ku ji meyweyên herî xweş û bi tendurist in. Hejîr ji cureya ku zêde di dare de namînin zû xerab dibin. Ji ber wê yekê welatî zû wan kom dikin û hişk dikin da ku di dirêjahiya salê de û bi taybet di zivistanê de wan bixwin.

Darên hejîran ji beriya hezaran sal ve li ser xaka Sûriyê tên çandin, ji ber ku ev dar bi jîngeha herêmê guncav e. Li herêma Cizîrê 3 cureyên hejîran hene ku ew jî; hêjîrên sor, zer û kes in û hemû cure jî têne hişkkirin û wekî qût ji bo demsala zivistanê têne rakirin. Hejîrên zer bi hecmê xwe yê mezin tê naskirin.

FAYDEYA HEJÎRÊN HIŞKKIRÎ

Hejîr ji fêkiyên ku faydeyeke wê ya tibî heye, ji ber ku hejîrên hişkirî proteîn, karbohîdart, kalsiyûm, vîtamîna K, potasyûm, hesin û magnezyûm di nav xwe de dihewîne.

Di heman demê de faydeya hejîrên hişkirî  yên tibî yên cuda hene; jê parastina rû, daxistina zexta xwînê û xurtkirina pergala laş, ji ber ku rêjeyeke bilind ji vîtamîna C tê de heye.

RÊBAZÊN HIŞKIRINA HEJÎRAN

Li Sûriyê rêbazê hişkirina hejîran ji herêmekê heta herêmekê tê guhartin, mînak li kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê welatî bi awayekî xwezayî hişk dikin, datînin ber rojê û piştî hişk bûn radikin ji bo zivistanê.

Têkildarî vê rêbazê Hesîne Kalo ya ji gundê Dêrna Qulinga got: "Em çiqilekî ji mêwa (dar) tirî dişewitînin û heta nîvro dixin taseke avê ku av safî bibe, dûvre berdaxek ji zeytê, yek ji şekir û kerbonatê dixin nava wê avê."

Piştî avê dikelînin hejîran dixin kîsekî qiş û dixin nav ava kelandî, dûvre hejîran derdixin û tevlî ard dikin û datînin ber rojê, piştî ku hejîr hişk bûn, dixin kîsan û wekî qûtê salê radikin.

Hesîne Kalo da zanîn ku ev rêbaz baştirîn rêbaz e ku ji dayika xwe girtiye, girîngiyeke wê heye ku di demsala zivistanê de wekî xwarineke xwezayî ye û ji mêvanan re jî tê danîn.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FqYwYXo2MQo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>