ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28-08-2021
27 tebax, 2021   23:00

- Endamên Kongreya Star û TEV-DEM’ê têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da zanîn ku her ku asta têkoşîn û berxwedana gelan bilind dibe, dewleta Tirk tecrîdê girantir dike, lewra divê gel li hemberî hêzên hegamon ku dixwazin şoreşa gelan têk bibin, berxwedana xwe geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêla vegera li Şengalê ya di Hezîrana sala borî de dest pê kiribû, dewam dike û gelek malbatên şengalî ji kampên Başûrê Kurdistanê vedigerin malên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê diyar kirin ku bangên vegera li Efrîna dagirkirî komployeke û gotin, heya Efrîn ji aliyê YPG û YPJ'ê vewere rizgarkirin dê vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê 18 şehîdên azadiyê yên meha Tîrmehê, li hola Nadî Siyahî bi bîr tînin. Bîranîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve tê lidarxistin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku dewleta Tirk a mêtînger naxwaze Rêveberiya Xweser bibe xwedî statuya siyasî û ji ber wê êrişên xwe xurt dike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Pispor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku tevî hemû agahiyên zelal  yên îstîxbarata Amerîkayê êriş  li derdora balafirgehê Kabulê pêk hatin û got, Efganistan wê bibe baregeheke terorê ya ku li ser tevahî cîhanê xeter e. Her wiha destnîşan kr ku dibe ku Tirkiyê DAIŞ'ê bi kar bîne da ku hebûna xwe li Efganistanê bisepîne. (BI WÊNE).

JIN

- Di kargeheke biçûk de li gundê Um El-Nesir ê bakur rojhilatê Xezayê 7 jinên ciwan kar dikin. Her yek bi baldarî li ser amûra xwe dixebite. Di vê kargeha biçûk de jinên ciwanên hişmendiya civakê ku pîşeya necartiyê tenê yê mêran şikand bi taybet li gel zêdebûna rêjeya bêkariyê û xizantiyê li Xezayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Êdî di serdema me de bi taybetî di sedsala 21’an de ji aliyê zanistî ve hatiye piştrastkirin an jî li ser hemfikirbûnek pêk hatiye ku gerdûna ku em di nav de jiyan dikin, 20 milyar sal beriya niha çêbûye. (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

-Li herêma Cizîrê hişkkirina hejîran ji rêbazên her kevn ên munetê ye û ji bo tenduristiyaê girîng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel dorpêça domar şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek çareseriyeke alternatîf enerjiya tavê bi kar tînin. Tevî ku ji hawîrdorê re baş e lê nirxê wê biha ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA