​​​​​​​'Efganistan wê bibe navenda terorê û dibe ku Tirkiyê DAIŞ'ê bi kar bîne'

Pispor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris diyar kir ku tevî hemû agahiyên zelal  yên îstîxbarata Amerîkayê êriş  li derdora balafirgehê Kabulê pêk hatin û got, Efganistan wê bibe baregeheke terorê ya ku li ser tevahî cîhanê xeter e. Her wiha destnîşan kr ku dibe ku Tirkiyê DAIŞ'ê bi kar bîne da ku hebûna xwe li Efganistanê bisepîne.

​​​​​​​'Efganistan wê bibe navenda terorê û dibe ku Tirkiyê DAIŞ'ê bi kar bîne'
28 tebax, 2021   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

 

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) roja Pêncşemê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê du êrişên xwekukjî li balafirgeha Kabulê pêk anîn. Di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên leşkerên wan çêbûn. Çeteyên DAIŞ'ê êriş girt ser xwe.

Kenala Foxnews a Amerîkayê diyar kir ku bi sedan çeteyên DAIŞ'ê li derdora balafirgeha Kabulê ne.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkî yê berpirsê Efganistanê general Kenneth McKenzie, piştrast kir ku di deriyê Abe yê ku diçe balafirgeha Kabulê de du teqîn ji hêla du êrişkarên xwekuj ên "Wîlayeta Xorasanê" yên çeteyên DAIŞ'ê hatin kirin." Piştre çeteyên DAIŞ'ê gule li sivîl û leşkeran reşandin.

Di encamê teqînan de 13 leşkerên Amerîkayê û bi dehan efganî hatin kuştin. Çavkaniyên tenduristiyê yên Efganistanî jî ragihand ku bi kêmanî 90 efganî hatin kuştin û 150 jî birîndar bûne, dibe ku hejmar zêdetir bibe ji ber ku gelek birîndar di xwegihandina nexweşxaneyan de zehmetiyan dibînin.

'AGAHIYÊN ZELAL NEDIKARÎ ÊRIŞÊ RAWESTÎNE'

Derbarê mijarê de pirspor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris got: "Wekî ku hatibû texmînkirin du teqîn li derdora balafirgeha Hamid Karazayî ya navneteweyî ya li paytexta Efganistan Kabulê pêk hatin. Ev teqîn piştî çend saetan ji hişyariyên Amerîka û Brîtanyayê pêk hatin ku agahiyên îstîxbaratê li ser planan pêkanîna êrişên terorî yên muhtemel li derveyê balafirgehê di nava xelkê de wergirtibûn."

Hamid Faris anî zman ku tevî agahiyên zelal û piştrast lê Tevgera Talîban û hêzên biyanî nedikarî rê li ber êrişan bigirtana û got, ev yek dide xuyakirin ku rewşa ewlehî aloz  û tevlihev e û Talîban gazin li rêveberiya Amerîkayê kir ji ber ku teqîn li herêmeke girêdayî wê çêbû.

Maosteyê têkiliyên navneteweyî diyar kir ku Efganistan wê ji hemû rêxistinên terorî re bibe baregeha terorê  ku li ser tevahî dewletên derdorê û yên cîhanê xeteriyeke eşkere be.

Tevî ku hêzên Amerîkayê ji sala 2001'an heta niha li Efganistnê ne, lê nedikarî Talîban têk bibe ya ku di 10 rojan de dest danî ser Efganistanê. Lê li gorî raporên îstîxbaratî yên Amerîkayê, Talîban ji zêdetirî sal û nîvekê ve êriş dike da ku Efganistanê kontrol bike.

Têkildarî vê yekê Faris got: "Talîban nikare bi rola dewletê li Efganistanê bilîze, ji ber ku endam û fermandarên wê di rêvebiran dewletê de di aliyê siyasî an aborî û an jî ewlehî ne pispor in."

Hamid Faris destnîşan kir ku di rojên bê de hemû rêxistinên terorîst bi xurtî li Efganistanê çalak bibin û dê Talîban nikaribe wan kontrol bike, dê Efganistan derbasî merheleya şerê di navbera rêxistinên cûda de,  her wiha dê bibe şerê bi wekîlan bibe.

Faris bi domdarî got: "Pêşbaziyeke xurt di navbera gelek hêzên herêmî û navneteweyî de heye, her yek dixwaze valahiya piştî vekişîna Amerîka û NAOT'yê dagire. Tirkiyê bi hemû hêza xwe hewl dide di qada siyasî û ewlehî de xwedî cihekî girîng e. Ji bo vê yek dibe ku rêveberiya Tirkiyê her tiştî bike, heta ku tevkariyê bi DAIŞ'ê re bike da ku bi rêya du gavên sereke cihê xwe li ser xaka Efganistanê çêke.

Gava yekemîn; diyalogan bi Amerîkayê re pêk bîne da ku hebûna hêzên Tirkiyê yên ku ji sala 2014'an ve di çarçoveya mîsyona şandeya piştgiriyê ya bi serkêşiya NATO'yê li Efganistanê  ne berdewam bike.

Gava duyemîn; lihevkirinan bi fermandarên komên çekdar û milîsên tundraw ên li Sûriyê re pêk bîne da ku endam û milîsên çekdar ên li Idlibê bişînin Efganistanê.  Armanca wê ji vê gave ew e ku têkikiyên bi Amerîkayê re xurt bike, nemaze ku di salên dawî de lawaz bibûn."

Dr. Hamid Faris li ser hewldanên Tirkiyê yên mayîna li Efganistanê wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide destwerdanê li Efganistanê bike da ku kaxezên nû yên zextê li hemberî Yekitiya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bistîne. Nexwasim ku Erdogan hewl dide wêneya rejîma xwe ya hundirîn xweşik nîşan bide û bala civaka Tirkiyê bikişîne ser ajnîdeyên siyaseta derve."

Serokê Amerîkayê Jeo Biden teqez kir ku dê hêzên Amerîkayê di 31'ê Tebaxê ji Efganistanê vekişine. Têkildarî îhtîmala ku Amerîkayê piştî teqînê ji biryara xwe vekişînê vegere Dr. Hamid Faris got: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji mijara vekişîna ji Efganistanê venagere. Serokê Amerîkayê Jeo Biden eşkere fikira paşdexistina vekişînê ya ku serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson jê re pêşkêş kiribû red kir. Vekişîn daxwaza Amerîkayê ya ji rêveberiya Trump heya Biden e da ku ji çirava Efganistanê derkevin."

Pispor û mamosteyê têkiliyên navneteweyî Dr. Hamid Faris di dawiyê de got: "Kuştî û birîndarên leşkerên Amerîkayê  mîna zexteke xurt li ser rêveberiya Biden e da ku lez bide derketina ji Efganistanê. Her çiqasî dema hebûna hêzên Amerîkayê zêde bibe dê hejmara qurbanî û êrişên terorî yên li dijî wê zêde bibe."

ANHA