Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin

Çeteyên Ceyş El-Nuxbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li 2 gundên navçeya Mabatayê bi ser malên sivîlan de girt û gelek sivîl revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Mabatayê bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin
27 tebax, 2021   10:57
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî çeteyên Ceyş El-Nuxbe yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundên Şêxûtka û Amara yên navnçeya Mabatayê, bi ser malên sivîlan de girt û gelek kes revandin.

Heman çavkaniyan navên çend kesên ku hatine revandin bi bîr xistin ku yek ji wan Îmad Ehmed e û yê din Farûq Henan e. Çeteyan sivîl ber bi cihekî nediyar ve birin.

Her wiha heman çavkaniyan ragihand ku çeteyan ji malbatên kesên revandî hezar dolar wek fîdye xwestiye da ku wan serbest berdin.

Di 11`ê Tebaxê de çeteyên Firqeya Sultan Murad gundê Qirtqilaqê yê navçeya Şera ya Efrînê ya dagirkirî dorpêç kiribû û piştî ku telefonên gundiyan jê standin, bi ser malên wan de girtibû û zêdetirî 30 gundî, di nav de jin û zarok, revandibûn.

(şx)

ANHA